Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, bîlançoya şer û berxwedana meha Mijdarê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me YPG û YPJ li seranserê Rojava û Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkerî û her cûre hewldanên terorî têdikoşin. Bi taybetî li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, li Dêra Zorê jî li dijî rêxistina terorî ya DAÎŞ'ê şer û berxwedaneke bêhempa dikin."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîneyên Antî-Teror (Y.A.T) li gelek herêman li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê operasyonên serketî li dar xistin. Di encama van operasyonan de pêşî li gelek êrîşên terorî hate girtin û ev şaneyên veşartî ketin destê hêzên me."
LI EFRÎNÊ DI 9 ÇALAKIYAN DE 25 DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê diyar kir, li Efrînê di meha Mijdarê de yekîneyên YPG'ê 9 çalakî li dijî artêşa Tirk û komên wê yên çete pêk anîn.
Di daxuyaniyê de li ser encamên van çalakiyan ev agahî hatin dayin:
- 25 çeteyên dagirker hatin kuştin.
- 20 çeteyên dagirker birîndar bûn.
- Di encama çalakiyên hêzên me de 3 seyareyên leşkerî hatin rûxandin, derb li 2 seyareyên leşkerî hate xistin.
-Meha Mijdarê Yekîneyên Antî-Teror (Y.A.T) 6 operasyon, tîmên operasyonên taybet jî 26 operasyon li dijî DAÎŞ'ê li dar xistin. Encama van operasyonan:
- 13 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
- 16 mayin hatin desteserkirin. (9 ji van ên DAÎŞ'ê, 7 jî yên MÎT'ê ne)
- Çekek kalaşnîkov (AK-47), demanceyek, 5 telefon û gelek belge hatin desteserkirin.
Di encama van operasyonan de pêşî li 9 hewldanên êrîşê hate girtin."
ŞERVANÊN ŞEHÎD BÛN
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, meha Mijdarê 53 şervanên YPG'ê di Pêngava Bagera Cizîrê de "Bi lehengî şer kirin û şehîd bûn." YPG'ê diyar kir, şervanekî wan jî li bajarokê Holê ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê şehîd bûn. 6 şervanên wan jî ji ber qezayên cuda şehîd bûn.