YPG'ê şaneyên veşarî yên MÎT'ê girtin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku YPG'ê şaneyên veşartî yên ku ji hêla MÎT'a Tirk ve hatine perwerdekirin, girtine.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku YPG'ê şaneyên veşartî yên ku ji hêla MÎT'a Tirk ve hatine perwerdekirin, girtine. YPG'ê diyar kir ji Cotmeha 2017'an ve hêzên wan ev şaneyên veşarî yên çeteyan dihatine şopandin, şaneyên çeteyan ji hêla MÎT'a Tirk ve di mijarên çêkirina teqemenî û sûîqestan de hatine perwerdekirin û di medya civakî de xwe bi navê 'Hereket Qiyam' didin naskirin.

YPG'ê ragihand, gelek teqemenî û cebilxaneya çeteyan jî ji hêla hêzên wan ve hatine bidestxistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya têkildarî girtina şaneyên veşartî yên çeteyan wiha ye:

'SEROKEŞÎR Û RÛSPIYÊN MINBICÊ DIKIN HEDEF'

"Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser şoreşa Rojava û bakûrê Sûriyê her roj zêdetir dibin. Herwiha êrîşên li dijî nirxên hevpar yên demokratîk yên ku gelên Ereb û Kurd bi hev re li vê herêmê ava kirin jî bi hevkarigeriya dewleta Tirk a qîrker DAÎŞ'ê didome. Navgîna aştiyane, lihevkirina civakî û aramiya li bakûrê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker ditirsîne. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca hilweşandina pergala aramiyê bi her awayî lîstokên kirêt ceriband. Lê di hemû van hewldanên xwe de vala derket. Dewleta dagirker vê carê jî bi rêya terorîstên ku li ser îstîhbarata xwe perwerde dike hewl dide van çeteyên xwe weke şaneyên veşartî rêxistin bike û di herêmên me de êrîşên terorî plan bike. Bi taybetî li Minbicê serokeşîr û rûspiyên ku ji alî gel ve tên qebûlkirin ji alî van şaneyan ve tên hedef girtin.

'GELEK TEQEMENÎ Û CEBILXANE HATIN BIDESTXISTIN'

Komek çete yên ku ji alî endamê MIT’ê Ebu Îmad ve dihate rêvebirin û li herêmên me ji kesekî bi navê Nazmî talîmet digirtin û gelek êrîşên terorî plan dikirin, di Cotmeha 2017’an û vir ve ji alî hêzên me ve hatin şopandin. Ev kom ji şaneyên veşartî yên ku ji alî MÎT'ê ve li ser teqemenî û sûîqastan hatibûn perwerdekirin pêk dihat. Di medyaya civakî de bi navê “Hereket Qiyam” xwe binav dikirin. Di Çileya 2017’an de hoparloreke (bafle) muzîkê ya bombebarkirî ji Cerablûsa ku di bin kontrola çeteyên Tirka de ye şandin Minbic û radetsî çeteyê bi navê “Ratib” kirin. Dîsa di Sibata 2018’an de makîneya ava fêkiyan ya bombebarkirî bi rêya çeteyê bi navê Ebûd derbasî Moinbicê hat kirin û plansaziya êrîşan hate çêkirin. Endamên koma çete yên ku ji salekê zêdetir di bin şopandina teknîkî û fîzîkî de hatin girtin, di meha Tîrmehê de ji alî Yekîneyên Operasyona Taybet ve hatin girtin. Ligel vê gelek teqemenî, çek û cebilxane jî bidest ket.

'SEROKEŞÎR Û RÛSPÎ DI HEDEFÊ DE NE'

Ev şaneyên veşartî yên MIT'ê yên ku hatin girtin, heta niha li gelek deverên ku giraniya gelê xwe Ereb e, weke Reqa, Minbic û Grê Spî, plansaziyên gelek êrîşan li dijî serokeşîrên êlên Ereb û rûspiyên herêman lidar xistin û êrîşan pêk anîn. Van kesan talîmatên xwe rasterast MIT'ê digirtin û li ser vê esasê ji herêmên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên weke Cerablûs û Bab amûrên teqemenî, çek û cebilxane dianîn. Ev 4 kes, di demeke ku li Kobanê plansaziyên êrîşên terorî dikirin de ji alî Yekîneyên Operasyonên Taybet ve hatin girtin.

BI BERFIREHÎ AGAHIYÊN TÊKILDARÎ OPERASYONÊ

1- 5’ê Tîrmeha 2018’an çeteyê bi navê Ebdil Mihemed el-Şêxanî li gel mîqdarek teqemenî hate girtin.Ev kes bi eslê xwe ji Babê ye û li Entab û Cerablûsê ji alî MIT ve hatiye perwerdekirin. Yek ji plansaz û kiryarên êrîşên terorî yên li Minbic’ê ye.

2- 10’ê Tîrmeha 2018’an Mehmûd Evdilqadir Beko li gel teqemeniya ku ji êrîşê hatibû amadekirin hate girtin. Bi eslê xwe ji Babê ye û di êrîşên terorî yên li Minbic’ê weke kurye hatibû erkdarkirin.

3- 12’ê Tîrmeha 2018’an çeteyê bi navê Ratib Mihemed Berkel ku yek ji kesên ku ji alî MÎT'ê ve hatiye perwerdekirin, hate girtin. Di meha Çile de êrîşeke teqemenî ya ku di hundirê hoparlor (bafle) de veşartibû pêk anî.

4- 14’ê Tîrmeha 2018’an çeteyê bi navê Ebûd hate girtin. Ev kes di meha Sibatê de teqemeniya ku di hundirê makîneya ava fêkiyan de veşartibû ji Cerablûs anî Minbic û ev êrîş pêk anî.

5- Li gel çeteyên ku hatine girtin mîqdarek zêde amûrên teqemenî, funye û korteks, teqemeniya ku di hundirê sarincekê de ji bo êrîşê hatibû amadekirin, çek, cebilxane û dokumanên cûr be cûr hatiye desteserkirin.

'DEWLETA TIRK WÊ NEGIHIJE ARMANCÊ'

Di demeke wiha de ku DAIŞ dike xaka dawî ya di bin kontrola xwe de winda bike, êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser sînorên me û ev faalîyetên terorî, nîşaneya tifaqa di navbera wê û DAÎŞ’ê de ye. Em destnîşan dikin ku dewleta Tirk a dagirker, bi hedefgirtina herêmên weke Reqa û Minbic yên ku nufûsa Ereb tê de serwer in wê tu caran bi ser nekeve û negihîje armancên xwe. Wê hêzên me di vî warî de bi her awayî tedbîr bigirin û li gor pêwîst tevbigerin. Hewldana avakirina qeyranê di herêmên me de hewldanek vala û bê encam e. Rêxistinkirina faalîyetên terorî yên di herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk de sûdê dide DAIŞ’ê û emrê wê dirêj dike."