Şehîdê QSD’ê El-Xerîb spartin axê

Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Sultan El-Xerîb (Zêbaq) bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Tebqayê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Tebqa û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD’ê Sultan El-Xerîb (Zêbaq) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana şehîdan a tebqayê ve ketin rê.

Darbesta şervanê QSD’ê El-Xerîb li goristanê ji aliyê sedan welatiyên El-Cirniyê, El-Mensûra û bi dehan endamên hêzên leşkerî ve bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ hate pêşwazîkirin. Piştre şervanên QSD’ê merasîmeke leşkerî lidarxist û ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.

Ji fermandarên QSD’ê Omîd Gabar axivî û got; “Hemû komployên li dijî gelê me berdewam in. Di demên dawîn de lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser mijara Îdlibê hatin kirin, xwestin bi vê yekê çeteyan biparêzin û şer ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bibin. Em xwediyên vê erdê ne û em xwedî projeyek mirovî ne û em dest jê bernadin. Eger êrîşî me bikin em ê bi deh gavan êrîşî wan bikin û em dest ji bostek xaka xwe ya pîroz ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin."

Piştre edanma rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan EmÎne Ebdulrezaq û hevseroka Komîteya Têkiliyên Gitşî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya herêma Tebqayê Asya El-Xerbî axivîn û sersaxî ji malbata şehîd û gelê herêmê re xwest.

Nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê şervanê QSD’ê Sultan El-Xerîb (Zêbaq) li goristanê veşartin.