Chaliand: Li Efrînê paqijiya etnîkê tê kirin

Nivîskar û jeopolîtîkvanê Fransiz Gérard Chaliand li forûma Efrînê got, dewleta Tirk li Efrînê 'îllegal' e û li dijî Kurdan 'paqijiya etnîkî' dike.

Komcivîna Navneteweyî ya der barê qirkirina etnîkî û guhertina demografiya Efrînê de îro bi rûniştina sêyemîn didome. Di vê rûniştinê de aliyên hiqûqî yên çalakiya qirkirina etnîkî tê nirxandin. Di vê rûniştinê de Lêkolînerê Stratejîk ê Fransî û Pisporê Analîzên şerê navneteweyî Gérard Chaliand axivî û got ku dagirkirina Efrînê ne rewa ye û binpêkirineke hemû qanûnên navneteweyî ye.

Chaliand got: "Ji sedsalî ve serkeftin û destkeftiyên leşkerî yên Kurdî pêk tên, lê ev serkeftin rastî têkçûnên siyasî tên, nemaze ji ber destwerdanên Tirkiye û Îranê ku ev her du dewlet xwedî dîrokeke dîplomasî ne."

Di der barê dagirkirina Efrînê de Chaliand wiha dewam kir: "Tişta ku li Efrînê diqewima, lihevkirineke di navbera Pûtîn û Erdogan de ye. Dosya Efrînê ji bo Erdogan gelekî girîng e û ji bo Pûtîn jî parastina rêjîma Sûriyê ye û qurbaniyên wê jî tenê welatiyên Efrînê ne."

Chaliand got, "Di serdema Hafiz El-Esed de guhertineke di hevsengiya demografîk di navbera Cerablûs û Ezazê de pêk hat û Qibris ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin û di vê dagirkeriya xwe de endamtiya xwe ya nava NATO'yê bi kar anî. Dagirkirina Efrînê jî ne rewa ye û ji wê bêhtir guhertineke demografîk e. Ev mijar gelekî girîng e divê bi baldarî were nirxandin."

Gérard Chaliand di vê çarçoveyê de got ku divê Erdogan di dadgehên sûcdariyê de were cezakirin û wiha domand: "Hêzên li vir serketinên leşkerî yên girîng di şerê dijî terora navneteweyî de bi dest xwe ve anîn. Lê çareseriya Sûriyeyê girêdayî çareseriyeke siyasî ye. Ji ber vê yekê divê danûstandina bi rejîmê re pêk were. Danûstandin wê ne bi Beşar El-Esed re be ji ber ku wêneyê wî reş bûye û gelekî dirêj nake."