Davîd Phîlîps: Tişta ku li Efrînê hatiye kirin sûcê mirovayetiyê ye

Davîd Phîlîps di ‘Forûma Guherîna Demokratîk û Paqijiya Etnîk ya li Efrînê’ de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcê mirovayetiyê kiriye.

Davîd Phîlîps destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê qanûnên navdewletî û pîvanên mafên mirovan binpê dike û demografyaya Efrînê diguhere. Phîlîps tekez kir ku Kurd xwedî projeyeke demokratîk in û fedekarî kirine, lewre divê li hemû parçeyên Kurdistanê azad bin.

Rêveberê bernameya avakirina aştî û hiqûqê li Peymangeha Lêkolînên Mafên Mirovan li Zanîngeha Kolombiyayê  Davîd Phîlîps di rûniştinê de axivî û diyar kir ku ew tecrubeya Rêveberiya Xweser a Rojava û Bakurê Sûriyeyê erênî dinirxîne û spasiya Koûchner kir ku piştgirî da vê tecrubeyê.

Phîlîps anî ziman ku ew girîngiyê dide tecrubeya pêşeng a Rojava û wiha got: "Ez tecrubeya Rojava girîng dibînim, hatime vir ji bo ku gelê Rojava nas bikim ku ew ne bi tenê ne. Her wiha hatime da ku cîhanê bi komkujiyên der heqê gelê herêmê de hatin kirin, agahdar bikim. Tecrubeyeke demokratîk e, azadiya jinan ji bo Sûriyeyê û tevahî cîhanê girîng e. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin da ku vê deverê bi cîhanê bidin nasîn. Divê em ji tarîtiyê re serî netewînin."

‘BÛYERÊN LI EFRÎNÊ PÊK TÊN SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’

Davîd Phîlîps di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bûyerên li Efrînê rû didin, sûcekî der heqê mirovahiyê de ye û wiha domand: "Divê bi rêya fîlman rastiya Efrînê jî cîhanê re ragihînin, bila cîhan têkoşîna li vir nas bike. Bûyerên ku rû didin, hikumeta Sûriyê jê berpirsyar e, divê lêpirsîn were vekirin, ji ber ku binpêkirineke ji xaka Sûriyeyê ye. Konseya Yekîtiya Ewropayê heye, dikare derbarê vê yekê de lêpirsînekê veke, her wiha divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî mudaxele bike. Hewcedarî bi wêne, dîmen û belgeyên der barê binpêkirinên li Efrînê de heye."

David Phîlîps di nava axaftina xwe de diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi dehan şêniyên Efrînê qetil kirin û anî ziman ku Tirkiye benda 39’an a Neteweyên Yekbûyî ya girêdayî mafên fizîkî û manewî binpê kiriye.

‘TIRKIYE DEWLETEKE TERORÎST E’

Davîd Phîlîps got ku: "Ez dengê xwe bilind dikim, dibêjim Tirkiye dewleteke terorîst e, bi awayekî plankirî sûcan dike. Gelê Rojava xwe diparêze û rêgezên xwe heye, divê îtîraf pê were kirin. Pêwîst e rêveberiya herêmî ya Rojava agahiyan kom bike û serpêhatiyên qurbaniyên belge bikin. Divê gelê Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê yên dagirkirî azad be, Kurd xwedî projeyeke demokratîk in û ji bo cîhanê berdêl dane. Delîlên fedakariya we li gel me hene, nabe werin jibîrkirin. Em ê vê xîtabê veguhêzin cîhanê da ku her kes bibihîze."

Piştî axaftina David Phîlîps, berpirsê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî.

ALDAR XELÎL:

Xelîl diyar kir ku şoreşa demokratîk li Bakurê Sûriyeyê girêdanên di navbera gel û pêkhateyên herêmê de zindî û xurt dike, tevî pirrengiyê gelên herêmê li hev kom dibin û wiha dewam kir: “Ji bo şoreşa xwe têdikoşin û hewl didin armancên wê yên demokratîk pêk bînin û rêveberiyeke azad ava bikin. Dewletên ku dixwazin alozî û parçebûnê dewam bike, şoreşa demokratîk wek xetereyekê li ser hebûna xwe dibînin, ji lew re bi hemû rêbazan êrîşî şoreşê dikin.

Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagiker hebûna projeyên demokratîk wek xetere li ser herêmê bi nav dike, her wiha ji Efrînê ditirse ji ber ku xetereyê li ser stratejiya xwe ya sed salî dibîne.

Aldar Xelîl armancên dewleta Tirk a dagirker ji dagirkirina Efrînê wiha diyar kir:

1-Bi rêya pêkanîna polîtîkaya qirkirina etnîk û tirsandina sivîlan, dixwazin projeya qirkirinê berdewam bikin.

2-Alternatîfa çeteyên DAIŞ`ê peyda bikin da ku di rewşa Sûriyeyê de serwer be, ji ber ku bi tunekirina terorê rola Tirkiyeyê li Sûriyeyê kêm dibe.

3-Nahêlin tu projeyên demoratîk li Bakurê Sûriyeyê li ser esasê demokrasiyê û jiyana hevbeş werin avakirin. Ji ber ku projeya demokratîk çareseriya aloziya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn e û li pêşiya projeya Erdogan ku navê Îslamê bang dike, dibe asteng.

4-Dagirkirina xaka Sûriyeyê, li rojavayê çemê Firatê ji bilî herêma Efrînê dewleta Tirk a dagirker Cerablûs, Ezaz, Bab, Idlibê û di demên dawîn de Heleb dagir kirine, lewre pir dixwest Efrînê jî dagir bike.

5-Di hilbijartinên Tirkiyeyê yên pêşwext de zêdetir dengê kesên şovenîst û faşîst bigire.

6-Roleke mezin di pêşeroja Sûriyê de bilîze, lê şêwaza Tirkiyeyê bû sedem ku gelek nakokî di navbera NATO û Rûsyayê de derkevin. Her wiha dixwestin Mûsil û Helebê jî dagir bikin. Ji ber wê herêma Efrînê bû armanca wî ya stratejîk da ku projeyên xwe yên guhertina demografyaya herêmê dewam bike. Her wiha projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê tevahiya erdnîgariya Sûriyê asteng bike. Di heman demê de, Tirkiye xwe li Sûriyê ferz bike û bi vê yekê jî rola xwe di aliyê herêmî û navneteweyî de zêde bike.

7-Mîsogeriya berdewamkirina aloziya Sûriyê heta ku dewleta Tirk a dagirker berjewendiyên xwe bi dest bixe, dûrî êş û zehmetiya gelê Sûriyê.

SEDEMA KU EFRÎN HATIYE DAGIRKIRIN

1-Herêma Efrînê di aliyê civakî de girîngiyeke xwe heye, ji ber ku bi pirrengiya xwe navdar e û li gorî projeya demokratîk û sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe bi rêxistin kirine. Her wiha herêma Efrînê xeleka sereke ye ku dikare her sê herêman bike yek, piştî rizgarkirina Minbicê tenê çend kîlometre dimîne ku her sê herêman bi hev ve girê bide.

2-Tirsa ji pêşdeçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê ku li herêmên di bin serweriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk (Ezaz, Bab, Cerablus û hwd) de berfireh bibin û îhtîmala ku ev hêz Idlibê jî ji milîs û terorîstên ser bi Tirkiyeyê ve rizgar bike.

3-Hemû astengiyên ku li pêşiya hemû êrîşên muhtemel li dijî bajarê Helebê û gundewarên wê, heya herêma rojavayê çemê Firatê, Idlib û Berava Sûriyeyê bêne rakirin.

4-Erdogan dixwaze Efrînê ji bo terorîstên xwe mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê mîsoger bike û wan li wir kom bike. Her wiha Efrînê wek herêmeke ewle di bin serweriya xwe de îlan bike.”

GELEK SIVÎL JI ALIYÊ LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Xelîl wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tişta herî bêexlaqî di dema dagirkeriya li Efrînê de ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl û leşkerên Tirk hatin kuştin. Erdogan vê dagirkeriya xwe wek madeyeke çapemenî bi kar tîne û ji bo çespandina desthilatdariya xwe û derbeya li dijî demokrasiyê ku di bingeh de li Tirkiyê lawaz e, propagandaya xwe dike. Doza herî girêkok bêdengiya navneteweyî ye û rêjîma Erdogan jî eşkere raya giştî tevlihev dike. Tevî ku her kes rastiyê baş dizane û baş dizanin ku der heqê herêma Efrînê de siyaseteke qirkirinê tê meşandin. Weke diyar dibe ku daxwazeke xurt ya derxistina tevliheviyê di navbera gelên Kurd, Ereb û Tirkan de heye û dixwazin herêmê ber bi şerekî nijadî ya hilweşîner ve bibin da ku karibin bi hêsanî serweriya xwe ferz bikin û di demên pêş de bêtir bandorê li wan bikin.

Xelîl ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê binpêkirineke eşkere ya pîvan û hevpeymanên navnetewî ye û di asta sûcên şer de ye, nemaze li gorî sîstema Romayê ya bingehîn ya Dadgeha Sûcên Navneteweyî ye ku di 17'ê Tîrmeha 1998'an de hatiye erêkirin, her wiha hevpeymana rêgirtina li pêşiya komkujiyan a sala 1948'an, Hevpeyana Cinêvê ya Çaremîn a ji bo parastina welatiyên sivîl di demên şer de ku di 12'ê Tebaxa 1949'an de hatiye îmzekirin. Her wiha projeya belgekirina sûcên li dijî aştiya mirovahiyê û ewlehiya wê ya salên 1954 û 1996'an û Hevpeymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan."

FEREH SABIR:TIRKIYE LI DIJÎ HERÊMÊ SIYASETEKE HIŞK DIDE MEŞANDIN

Profêsora dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn Fereh Sabir diyar kir ku Tirkiye siyaseteke hişk li dijî herêmê dide meşandin û rewşeke nû cûdayî rastiya herêmê çêdike.

Profêsor Fereh Sabir got ku divê Erdogan li hemberî pîvanên navnetewî û mafên dewletên cîran rêzdar be û diyar kir ku tişta li Efrînê rû dide guhertina demografîk e û ferzkirina siyaseteke nû berûvajî rastiya herêmê ye û biyaniyan li şûna welatiyên resen ên Efrînê bi cih dike.

Fereh Sabir di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ez dixwazim bêjim ku niha tişta li Efrînê rû dide di aliyê çandî û ziman de jenosîd e. Tirkiye îdîa dike ku ew rewşeke nû bi riya siyaseta xwe ya nerm diafirîne, lê rastiya li ser erdê berûvajî ye û eşkere ye ku Tirkiye li dijî herêmê siyaseteke hişk dide meşandin."

Profêsora dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn Fereh Sabir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îranî xizmeta Tirkan dikin da ku hebûna xwe di Sûriyê de û hêzên rêjîmê biparêzin. Tehran baş dizane ku guhertina rewşan li herêmê dê bandora xwe li têkliyên Tirkiye û Îranê bike."

Forûm wê sibê bidome....