Hesen Îbrahîm ê YPG'yî şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, şervanê YPG'ê Hesen Îbrahîm li Tirbêsipiyê bi qezayekê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê têkilî Hesen Ibrahîm ku bi qezayekê şehîd bû daxuyaniyeke nivîskî da. YPG'ê got, "Hevrêyê me Şêrhat Qamişlo ku li Tirbêspiyê peywirdar bû bi qezayekê 29'ê Mijdarê şehîd bûye.

Heval Şêrhat ku zaroyê malbateke welatparêz bû, li Qamişlo jidayik bû. Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dema ku têkoşîna azadiyê geş bû, tevlî nav refê me bû. Heval Şêrhat bi nirxên civaka xwe ve hişk girêdayî bûye, li ber ronkahiya felsefeya azadiyê ji nirxên xwe ti caran bi paş ve gav neavêtiye. Bi fedekarî, kedkarî û hezkirina xwe ya li jiyanê, bi hemû hebûna xwe li peywirên xwe xwedî derketiye."

AGAHIYÊN NASNAMEYÊ

Agahiyên nasnameyê yê şervanê ku şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Şêrhat Qamişlo
Nav û paşnav: Hesen Îbrahîm
Navê Dê: Menîfe
Navê Bav: Ebdilezîz
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dema şehadetê: Tirbesipiyê / 29'ê Mijdar 2018'an