Li Cindirêsê di nava çeteyan de teqîn çêbû
Li nuqteya çeteyên Ehrar El-Şam ya rojhilatê navçeya Cindirêsê ya Efrînê teqîn çêbû.
Li nuqteya çeteyên Ehrar El-Şam ya rojhilatê navçeya Cindirêsê ya Efrînê teqîn çêbû.
Li rojhilatê navçeya Cindirêsê ya Efrînê di nava çeteyên Ehrar El-Şam de teqînek çêbû. Hate ragihandin ku di encama teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan hene.
Çavkaniyên xwecihî radigihînin ku wesayît li pêşiya nuqteya çeteyan hatiye teqandin û hinek çavkaniyên din jî dibêjin bombe bûye sedema teqînê.
Tê ragihandin ku gelek çete mirine û gelek çete jî birîndar bûne.