Êrîşên qirker ên çandî û dîrokî yên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin

Di ‘Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a Efrînê ya Navneteweyî’ ya li bajarê Amûdê yê Qamişlo hate kirin de, li ser qirkirinên çandî û dîrokî yên dewleta Tirk nîqaş hatin kirin.

Di rûniştina sêyemîn de li ser mijara ‘Qirkirina çandî û dîrokî’ Cewad Kazim El-Beydanî, Ehmed Sîno û Îlyas Silêman nirxandin kirin.

Ehmed Sîno di semînera xwe de mijara dîroka siyasî ya Tirkiyeyê nirxand û ev tişt got:

"Dewleta Tirk xwe li ser êrîş û kuştin û dagirkirina deverên derdorê ava kir, siyaseteke sabît bi kar anî, ev siyaset jî xwe dispêre dizî, talankirin, rûxandin, komkujî, koçberkirina bi darê zorê û qirkirina gelan. Dewleta Tirk vî karî ji xwe re rewa dibîne û yek ji cureyerek jî cîhadê bi nav dike."

Sîno ev nirxandin kir: "Ev siyaset piştî ku yekîtî gihaşte ser hukim eşkere bû, nemaze ku siyaseta Tirkkirinê li gel û pêkhateyan ferz kirin. Siyaseta Tirkkirinê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û heta niha jî didome. Her çend ku desthilatdarî hatin guhertin û rengên cuda hatin, ev siyaset heman e. Sefîrê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Henri Mor di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1913-1916) di bîranînên xwe de li ser Tirkan wiha nivisiye: “Tiştek navê xwe civaka pêşketî li gel wan nîn e, ne tîp, ne jî pirtûk, ne helbestvan û ne jî berhem, heya huner û avakirin jî li gel wan tine ye. Bajar ava nekirine û ti dewleteke sabit ava nekirine, ji bilî qanûna tundiyê qanûnan nizanin. Bi çandiniyê nizanin û saziyên we yên pîşesaziyê nîn in. Bi kurtasî hov in, êrîşkar in, rêgeza wan a sereke gelan tune bikin û şaristaniyên wan talan bikin."

Sîno bi bîr xist ku ji ber lawazbûnê û pirsgirêkên wê Ewropa navê zilamê nexweş li dewleta Osmanî kiribû, lewre dewletên Ewropayê destwerdan di karûbarên wê yên hundirîn de kir. Sîno wiha domand: "Nakokiyên li ser berjewendiyan di navbera dewletên Ewropayê de temenê dewleta Osmanî dirêj kir, ji welatên ku dest li dewleta Osmanî werdan Rûsya, Brîtanya, Fransa û Almanya ne."

Sîno di berdewama semînera xwe de mînakên qirkirina etnîk ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li dijî gelan bibîr xistin û wiha pêde çû: "Ji mînakên qirkirina etnîk li dijî gelan, qirkirina Ermenan bû. Di 5'ê Îlona 1915'an de wezîrê hundirîn ê Tirkiyeyê Talat Paşa peyamek ji waliyê Helebê re şand, di peyamê de wiha gotibû; ‘Beriya niha me we agahdar kiriye ku hikûmet bi fermana Partiya Îtîhad û Teraqî biryara qirkirina Ermenên li Tirkiyeyê daye, divê bêyî guhdarkirina li dengê wijdan, her kes, çi jin çi zarok an jî nexweş be, nemînin’."

Ehmed Sîno bal kişand ser rêbazên qirkirinê û ev tişt got: "Dr. Mihemed Reşîd di wê demê de hakimê bajarê Amedê bû, ji ber hovîtiya wî bi navê ‘Celad’ dihat naskirin. Hestiyên qurbaniyan dişikandin, ew çarmix dikirin, jehrî dikirin, di nava deryayan de qurbanî difetisandin, benda wan parçe parçe dikirin û tecrube li ser çêdikirin. Hejmara kesên di vê demê de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, gihaşt mîlyon û nîvî."

Têkildarî komkujiyên li dijî Asûr, Suryan û Êzidiyan Sîno ev got: "Asur û Suryan bi sêf û xenceran kuştin, her wiha ew dişewitandin wekî ku li bajarokêm Kincar pêk anîn. Li bajarê Selmas ê Asûriyan jî serî jê kirin. Dewleta Tirk li Edeneyê der heqê Suryanan de komkujî pêk anî, di encam de zêdetirî 30 hezar Suryan hatin qetilkirin. Di navbera salên 1914 – 1916'an de li çiyayên Toros, Azel, Mardîn û Hekarê jî komujî pêk anîn û zêdetirî 600 hezar Asûrî hatin qetilkirin. Li deşta Ûrmiyê jî zêdetirî 500 hezar sivîlên Suryan hatin qetilkirin, ev komkujî niha bi navê Sêfo tê naskirin, ji ber ku sivîl bi sêfan hatin kuştin."

Sîno bal kişad ser komkujiyên li dijî Êzidiyan û ev nirxandin kir: "Ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Êzidyan 74 ferman hatin kiirin. Mihemed Reşîd Paşa pêngaveke li dijî Şengalê pêk anî û bajar bi temanî hilweşand. Hafiz Paşa jî pêngaveke leşkerî pêk anî û zêdetirî 900 Êzidî qetil kirin û 600 zilam esîr girtin û jin û zarok li bazarên Mûsilê û herêmên derdorê firotin. Di encamên van polîtîkayan de gelê Êzidî bi koman penaberî Rûsya, Ûkrayna, Azerbaycan, Ermenistan, Almanya û deverên din ên Ewropayê bûn.

14'ê Tebaxa 2007'an komên terorîst êrîşeke mezin li dijî Êzidiyên Iraqê kir, di encamê de 800 kes bûne qurbanî. Di sala 2014'an de piştî xistina Mûsilê ji aliyê rêxistina DAIŞ'ê ve dewleta Tirk terorîst derbasî Iraq û Sûriyê kirin. Di encamê de bajarê Şengalê rastî êrîşeke mezin a DAÎŞ'ê hat û bi hezaran kes kuştin û revandin."

Sîno bibîr xist ku dewleta Tirk piştî şoreşa 1925'an a Kurdanan zêdetirî 2 hezar jin, zarok bi saxî bi ax kirin, deshilata Tirkiyeyê yaw ê demê her wiha komkujiyeke li djiî Kurdanan pêk anîn, di komujiyê de zêdetirî 500 hezar Kurdan hatin qetilkirin. Sîno diyar kir ku di Komkujiya Zîlanê de 47 hezar Kurdan hatin kuştin.Sîno destnîşan kir ku di navbera her du şerên cîhanî û di encama şerê di navbera dewleta Tirk û Kurdanan de derdora 400 hezar Kurdan hatin kuştin û derdora 700 hezar jî hatin koçberkirin. Sîno di nava axaftina xwe de anî ziman ku di Îlona sala 1978'an de, piştî Komkujiya Mereşê 3 hezar û 856 Kurdan hatin qetilkirin û piştî derbeya li dijî dewleta Tirk a sala 1980'yî hezar û 790 Kurdan hatin kuştin, di sala 1983'yan de 60 hezar Kurdan hatin girtin.Têkildarî qirkirina etnîk û guhertina demografîk a Efrînê Sîno anî ziman ku dewleta Tirk di siyaseta xwe ya înkarkirin, êrîş, qetilkirin, guhertina demografîk de berdewam e û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di navbera 1'ê Sibata 2018'an heya 28'ê Sibata heman sale rêz kirin.Sîno wiha pêde çû: "Tirkiye xeta xwe ya êrîş, qirkirina etnîk, guhertina demografîk li Efrînê didomîne. Tirkiye her hêzeke demokratîk azadîxwaz li Sûriyê dike hedef û alîgirên xwe li şûna niştecihên resen bi cih dike. Piştî 5 rojan ji êrîşan di navbera 23 û 25'ê Çileyê de 12 hezar sivîl hatin koçberkirin, 24’ê heman mehê gundê Celemê bi temamî ji niştecihên wê hat vekirin, li herêmên derdora Efrînê zêdetirî 200 hezar kes hatin koçberkirin. Piştî 15 rojan 50 malbatên ji Xûtaya Şamê li herêma Cindirêsê ya rojavayê Efrînê bicih kirin, 15 malbatên komên girêdayî xwe li gundên Qetmê bi cih kirin, her wiha malbatên din li jîngehên Efrînê bi cih kirin û 80 malbatên ji gundewarên Hums û Hemayê li herêma Xirbe Şeran bi cih kirin. Koma El-Hemzat jî şêniyên gundê Xelîlkayê neçar kirin ku malên xwe terk bikin da ku 2 hezar malbatên ji Dûmayê li şûna wan bi cih bikin."

Doktorê dîrokê Ehmed Sîno di axaftina xwe de got, ji 18`ê Adara 2018`an ve û heta meha Gulanê zêdetirî 3 hezar û 295 sivîl bi tawanên derew hatin revandin, her wiha zêdetirî 30 jin hatin revandin û destdirêjî li ser wan hate kirin û ev tişt hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker hewl dide nasnameya çandî û niştîmanî qir bike da ku çanda dagirkirinê, kuştinê li şûna wan biçîne. Cihên şûnwarî, goristanan topbaran dike. Kiryarên hovane pêk tîne û mînaka wê jî ku cihê pêkanîna rê û resmên Êzidiyan ê bi navê Şêx Zeyd li taxa El-Zeydiye kir hedef, ji aliyê fesîleyên îslamî yên radîkal ve hatin kolandin û alavên wê hatin dizîn. Her wiha çekên hewayî yên Tirkiyeyê cihê pîroz yê Nûrî Dêrsimî, mizgefta Ziyaret Henan, cihê pîroz ê Xatûna Fexra, cihê Laleş bi temamî rûxandin. Cihê pîroz ê Êziiyan ê bi navê Şêx Berekat, cihê pîroz ê Şêx Abdulrehman ê li gundê Feqîa, goristana Sultan Baberûş a Elewiyan a bakurê bajarokê Mabetlî, Dêra Elbeskî, gora oldarê Elewî Yexmûr Dada ya li nêzî Helebê, kevana dêrekê li gundê Kîmar ê girêdayî navçeya Şêrawa ku resmê tawûs li ser hatiye xêzkirin û di nîvî de sembola rojê li ser Çiyayê Leylûn, her wiha dêra Colyanos topbaran kirin ku hemû alavên wê dizîn. Her wiha 16 hezar parçeyên şûnwarî ku piraniya wan ên taybet bi çanda herêma Efrînê ne, hatin dizîn. 12`ê Tebaxa 2018`an Goristana Şehîd Avesta hate xirakirin. Çekên hewayî yên Tirkiyeyê cihên dîrokî û şûnwarî topbaran kirin. Cihê şûnwarî yên li Eyn Dara, cihê Berad, Keleha Nebî Hûrî, Dêra Mişmiş, girê Cindirêsê yê şûnwarî, mizgefa Selah Eadîn, gora Mar Marûn û peykerê Kawa Hedad hatin rûxandin.

Ev hemû kiryar tên wê wateyê ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide çanda şaristanî û şûnwarî ya Efrînê ji holê rake, bêyî tu ferq û cudatiyê bixe navbera çand û olên Elewî, Durzî, Kurdan, Êzidî, Xiristiyan, Suryanan û wan qir bike û li şûna wan çanda dagirkeran û qirkirinê ku ji aliyê dewleta Osmanî ve hatiye avakirin, biçîne. Ev tê wateya ku ew guhertina demografîk a herêmê berdewam dike û di vê yekê de bi israr e da ku têkiliyên di navbera çand, ol û netewe û pêkhateyên Efrînê de qut bike. Dewleta Tirk a dagirker û komên çete navên qad û kolanên giştî li Efrînê û gundewarên wê diguherin da ku çanda xwe ferz bikin û herêmê bikin Tirkî.

Heta ekolojî jî ji kiryar û hovîtiya komên çekdar nefilitî. Darestanên Efrînê şewitandin. Darên zeytûnan qut kirin. Li gundê Hemam hemû hezar û 500 darên zeytûnan qut kirin, zêdetirî 25 hezar dar tevlî sînorê Tirkiyeyê kirin, li gundê Xorîna yê jêrîn zêdetirî hezar dar, li gundê Edama zêdetirî 2 hezar û 500 dar hatin şewitandin her wiha biryarnameyek derxistin ku li bermaberî her darkeke zeytûnan hezar û 500 Lîreyên Sûriyê were dayîn da ku şênî biçin nava zeviyên xwe.”

XELÎL: XETERIYÊN EWLEKARIYA NAVNETEWEYÎ ZÊDETIR DIBIN

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl anî ziman ku dema form tê kirin hê jî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên hevkarên wê yên li ser gelê Efrînê bê navber dewam dikin.

Xelîl got: “Gelek dezgehên çapemenî û parêzvanên mafan, pêkanînên rêxistina terorî ya Tirkiye ji bo dagirkirina Efrînê anîbûn li ser gel dike bi belge kirine.” û destnîşan kir ku ev rewş ne tenê ewlekariya Tirkiyeyê, Sûriye, herêm her wiha ewlekariya qada navneteweyî jî dixe metirsiyê.

UMER: ROJAVA BÛYE YEK JI NAVENDÊN HERÎ ZÊDE DERFETÊ KAR DAYE AFIRANDIN

Mamosteyê aborî Çeleng Umer jî ev tişt got: "Di encama aloziya Sûriyê ya salên dawî de tiştekî ku bêje ‘Aboriya Sûrî‘ nema. Ji ber ku rola saziyên aborî yên hikûmetê û qanûnên rêxistinkirina kar û berhaman nema, li beramberî wê aboriya aliyên ne hikûmî pêş ke."

Çeleng Umer destnîşan kir ku li herêmên di bin serweriya rêjîma Sûriyê de ma binsaziya aboriyê wekî xwe ma û wiha anî ziman " Li herêmên di bin serweriya rêjîma Sûriyê de asta aborî û xizmetguzariya giştî paş ket, her wiha gelek bazirganî derketin. Her wiha aboriya herêmên di bin serweriya komên çekdar de bi aboriya dewletên derdorê ve girêdayî bû, li gel wê alozî û hilweşandina bingeha aboriyê, dizî û talankirin li pêş ket, ji ber serweriya bazirganên şer û çek û tinebûna qanûnê."

Umer bal kişand ser rewşa aborî li herêmên Rojava piştî sala 2012‘an ango dema herêmê ji destê rêjîma Sûriyeyê derket û wiha got: " Li herêmên Kurdî rewşa aborî heya astekî baştir bû, ji ber ku aliyê ku bi mijara aborî de bibin eleqedar hebû, ev sazî jî pê bawer û dirust bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştî vekişandina saziyên dewletê sîstemek aborî da rûnişatandin, di heman demê de kêmasiyên ku di salên derbasbûyî de derketibûn sererast kir, ji ber vê yekê ev cih bibû ya herî bi ewle ne tenê ji bo niştecihê wê, di heman demê de ji bo welatiyên Sûriyê yên ku ji ber şer direvin."

Çeleng Umer destnîşan kir ku li Efrînê ji sala 2012‘an ve bi kedeke xweser gavên girîng di aliyê aborî, xizmetguzarî û pêşxistina rewşa jiyanî de hatin avêtin û got:" Destpê bi armanca rêgirtina li pêşiya bêkarî, koçberî û lewazbûna bazarê proje hatin avêtin. Rexmî êrîşên komên çekdar û amabrgoyê bingeha sîstemeke aborî hate dayîn û bi derfetên xweser gavên baş hatin avêtin."

Umer berhemên xwezayî, binerd û xizmetguzarî û rewşa aborî li Efrînê piştî sala 2011‘n bibîr xist û wiha domand: "Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk dikarî derfetên kar ji bi hezaran welatî û bi fonên baştir li beramberî hrêmên din ên Sûriyê peyda bike. Her wiha zemîna pêşxistin û geşketina hemû beşên aborî danî. Di nava 5 salan de bi hezaran projeyên aborî hatin vekirin. Êdî kantona Efrînê veguherî herêmeke ji bo razimanî û kar ku gelek kesan xwe lê girtin. Tevî êrîşên komên çekdar û ambargoyê kantona Efrîn bi derfetên xweser gavên mezin di her beşên aborî de avêt."

Çeleng Umer di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêşketina aborî li Efrîn di 5 salên dawî de bingeha sereke ya girêdane gel bi xaka xwe ve bû û wiha pêde çû: "Bingeha aborî û cudabûn û zêdebûna berheman, her wiha rola rêxistinî û rêveberinê hemû aktorên peydakirina derferên kar ji welatiyan re ne. Di demekê de ku li bajarê Efrînê geş dagirkeriya Tirkiyê û komên girêdayî wê êrîşîkirin. Di serî de aboriya kantonê kir hedef, dizî û talanîkirin, da ku hêmên mayîna gel li ser Efrînê têk bibin."

Dixtorê Abor û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Xesan El-Yûsif jî behsa aboriya Efrînê û girîngiya herêmê di warê aborî de kir û bi awayekî berfireh qala xwezaya Kantona Efrînê û armanc û timayên dewleta Tirk a dagirker ji kanton kir.

El-Yûsif bal kişand ku piştî bidawîkirina nirxandina lêkolînê û naskirina dijwarbûna rewşa ku Herêma Efrînê gihaştiyê di encama siyasetên qirkirina nijadî, mezhebî û guhertina demografîk û asta xeteriya wê li ser civakê bi giştî û bi taybet rewşa aborî, ev nayê wateyê ku tiştek neyê kirin, lê belê divê gavên rastîn li hember dewleta Tirk a dagirker werin avêtin.

El-Yûsif tedbîrên têkildarî aboriya herêmê jî wiha rê kir:

1-  Divê li her welatekî Ewropayî sendoqek alîkariya madî an jî sendoqa parastin eger derfet hebe werin avakirin. Erka wan sendûqan komkirina alîkariyên madî ye û wê ji şêniyên Efrînê re ku li kampan dimînin re bişînin weke temwîlek darayî heta ku rêyên çareseriyê werin dîtin.

2-  Divê aliyek an jî rêxistinek fermî were avakirin. Erka wê belgekirina hemû binpêkirinên qirkirina nijadî, mezhebî û guhertina demografîk ên ku li Efrînê rû dane û hîna jî rû didin. Ev rêxistin ji k akademîsyênên ku dikarin bi çend zimanan raporan û lêkolînên pêwîst girêdayî rûdanên li Efrînê pêk tên amade bikin da ku weke kaxiza zextê li civaka navdewletî û rêxistinên wî bi kar bînin.

3-  Bi armanca kêmkirina nîşaneya paşdeketina geşpêdanên mirovî bi taybet yê Herêmê, divê xwendekarên ku koçberî bajarên din bûne teşwîqî xwendinê werin kirin.

4-  Divê hemû şêniyên resen ên ku hewl didin li Herêma Efrînê bimînin, rêgeza xwetêrkirinê ji zeviyên xwe pêk bînin weke rêyek ji bo sekinandina li hember qirkirina nijadî, olî û guhertina demografîk.

5-  A herî dawiyê divê em bi awayekî cidî li rex gelê Kurd li hember hewldanên qirkirina nijadî, olî û guhertina demografîk bisekinin.

Pisporê Lêkolînerê Îslamî Prof.Dr. Mûrşîd Maşûq Xeznewî bi rêya înternetê tevlî konferansê bû.

Xeznewî dîmeneke dewleta Tirk a li ser navê ol li herêmê êrîş kirî nîşan da û anî ziman ku dewleta Tirk li hemû herêm û qadên ku êrîşên dagirkeriyê li ser kirin, di tevahiya dîrokê de qirkirinê etnîkî û çandî pêk aniye.

Xeznewî bibîr xist ku dewleta Tirk ji bo gelê herêmê bixapîne û asîmle bike baweriya Îslamê bikar anî.

WÊ SIBE JÎ DOM BIKE

Xebatên roja duyemîn a komcivîna navdewletî ya ‘Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a Efrînê ya Navneteweyî’ piştî rûniştina sêyemîn a di derbarê aliyê leşlerî, dîrokî û aborî yê de û şûnde bi pêşandana belgefîlmekî li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî Efrînê bi dawî bû.

Di belgefîlmê de şahidên hiqûqî û zindî ku rastî zulma artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine şahidetiyên xwe vegotin.

Foem wê sibe jî bidome.