Sûcên şer ên dewleta Tirk di Forûma Efrînê de tên nirxandin!

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, tevlî forûma Efrînê bû û derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk de ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, raporek pêşkêşî beşdarên forûmê kir.

Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a li Efrînê ya Navneteweyî, di roja duyemîn de didome. Di rûniştina yekemîn de bi taybetî dagirkriina Efrîn û bandora wê hatin nirxandin.

WHAT: LI EFRÎNÊ KRÎZA MIROVÎ HEYE

Endamê Perwerdehiya Fakulteya Tip a Zanîngeha Brîtish Colûmbia Chrîstopher What rewşa kampên li Şehbayê nirxand. What ê ku di navbera mehên Sibat-Adara 2017'an li navenda tenduristiyê ya li Mûsil û Şengalê kar dikir, diyar kir ku rewşa li Şehbayê weke ya dema Şengal û Mûsilê ye.

What da zanin ku li Efrînê krîza mirovî heye û wiha domand; “Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurdistanê li Şehabyê 300 hezar koçberên Efrînê hene û alîkariyên ku ji bo Şehayê tên ji aliyê rejîma Sûriye û Tirkiyeyê ve tên astengkirin.”

What diyar kir ku bi hatina werza Zivistanê re rewş girantir bûye û wiha got; “Divê hejmara kadro û navendên tendurisityê yên li Şehbayê werin zêdetirin.”

BERDEVKÊ YPG'Ê SÛCÊ ŞER HATE BELGEKIRIN

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd di rûniştandina duyemîn kiryarên dewleta Tirk di dagirkirina Efrînê de belge kirin.

Mehmûd wiha got: "Wekî her kes dizane yekîneyên parastina rewa li ser esasê rêgezên civakî yên Efrînê û li ser esasê rêgezên şoreşa Sûriyeyê piştî ku şoreşê dest pê kir, hatin avakirin. Kesên ku navê “Artêşa Azad” li xwe kirine, bû sedema rijandina xwînê û derxistina tevlehiyê li tevahiya welat. Biryara yekîneyên parastina rewa ew bû ku xeta sêyemîn hilbijêre. Li ser vê bingehê hêzên parastina rewa bi rêya birêxistinkirina tax û gundan û şêwira bi şêniyên wê re, hatin avakirin. Ev yek jî ji aliyê 'Meclisa Mala Gel' ve ku gund û taxên Efrînê û bejahiya wê bi rê ve dibirin, hate erêkirin.”

Mehmûd di berdewama gotinên xwe de wiha got: "Piştî ku bajar ji hêzên rejîmê hate rizgarkirin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) 19`ê Tîrmeha 2012`an ve hate avakirin. Piştî avakirinê, qanûnên civakî û exlaqî hatin danîn da ku hêzên xweparastinê werin rewakirin. Ev yek ji aliyê Meclisa Qanûnsaz ve hate erêkirin û saziyeke leşkerî ji bo parastina herêmê hate avakirin. Ev hêz ji aliyê herêmî ve hate erêkirin, di heman demê de li gorî qanûnên navneteweyî di şer û aştiyê de, hevpeymanên Cinêvê yên têkildarî sûcên şer û rêgezên mafên mirovan, tev geriya. Her wiha madeya 51'an a peymana NY'yê ya ji mafê her kesayet û koman e, parastina xwe li hemberî hêzên çekdar bike, ji xwe re esas girt.”

Nûrî Mehmûd da zanîn ku tenê erka hêzên xweparastinê di çarçoveya erdîngariya Efrînê û bi taybetî parastina şêniyên wê de bû û wiha dewam kir: “Di heman demê de, hêzên xweparastinê hejmareke mezin ji sivîlên di encama şerê di navbera komên terorîst û hêzên rejîmê li piraniya herêmên Sûriyeyê de koçber bûne, pêşwaz dikirin. Her wiha hêzên xweparastinê li ser nebelavbûna rengê leşkerî bi awayekî bê ser û ber nava welatiyan de israr kir. Ji bo atmosfereke aram da ku saziyên sivîl kar bikin bê destwerdanên leşkerî, hêzên xweparastinê hewldanên mezin meşandin. Bi awayekî giştî rewşa Efrînê beriya dagirkirinê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, çeteyên wê û komên cîhadî wiha bû.”

SEDEMÊN DAGIRKERIYA TIRK

Nûrî Mehmûd anî ziman ku di nameya nûnerê karên derve yê Tirkiyeyê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re hate şandin, tê de hatibû îdiakirin ku “Li ser ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê xetereyeke yekser çêdike” da ku dagirkirina Efrînê rewa bikin. Her wiha xala heftan a madeya 512'an a hevpeymana NY'ê li gorî xwe bi kar anî. Lê heman xal ne li gorî hincetên Tirkiyeyê ne û bi du sedeman rave kir:

1-Tu isbatên di aliyê binpêkirina sînor û şer de, di navbera her du aliyan de çênebûne. Her wiha avakirin dîwarê di navbera herêma Efrînê û dewleta Tirk de ku 4 metreyan bilind e, yê ku li ser sînorê Efrînê hatiye avakirin, dihêle ku tu binpêkirin der heqê ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê de çênebin. Her wiha hebûna têlan û mayinan li ser sînor û hebûna hemû cureyên teknîka pêşketî ya leşkerî jî dibe sedem ku şer çênebe. Ev hincetên Tirkiyeyê li ber Meclisa Ewlekariyê ya NY'yê ne li gorî rewşa li ser rûyê erdê ye. Ev diyar dike ku Erdogan û tîma wî bi qanûnên navneteweyî binpê kirine.

2- Meclisa Ewlekarî, NY, Yekitiya Ewropayê û hemû meclisên qanûnên navdewletî destûr nedane ku dewleta Tirk Efrînê dagir bike. Ji ber vê yekê jî diyar dike ku dewleta Tirk bi awayekî vekirî qanûnên navdewletî binpê kirin.

SIYASETA QIRÊJ A LI SER PEYMAYA NATO'YÊ TÊ KIRIN

Nûrî Mehmûd di berdewama axaftina xwe de wiha pê de çû: "Heger em balê bikişînin ser saziya leşkerî ya dewleta ku beşek ji sîstema NATO'yê ye, aliyên qanûnî ku NATO erkê bide dewleteke xwe ku êrîş bike, tune ye. Lê belê Erdogan û koma wî gelek caran aloziya penaberan li dijî Yekitiya Ewropayê û welatên Rojava bi kar anîn li beramberî ku Ewropa û welatên din li hemberî dagirkirina Efrînê bêdeng be. Di vî aliyê de Erdogan û koma wî siyaseteke qirêj li ser qanûna NATO'yê meşandin. Hemû çekên giran û têknîka pêşketî ya NATO'yê bi kar anîn. Me wêneyên tankên elmanî li Efrînê dîtin, ev yek jî ji aliyê saziyên hiqûqî û ragihanina navdewletî ve hat belgekirin ku di encamê de krîzeke siyasî û exlaqî di siyaset û parlamantoya NATO'yê de teqiya."

Nûrî Mehmûd diyar kir ku Erdogan bi hinceta parastina "ewlehiya neteweyî"ev operasyon li dijî Efrînê pêk anîn û wiha domand: “Erdogan di vê operasyona xwe de propogendaya olî ya hişk, nejadperestî û netewperest xist dorê. Heger piraniya teqîn û binpêkirinên ku ji xaka Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê rû dane be ew jî bi rêya komên cîhadîst pêk dihatin. Li gorî daxuyanî û lêpirsînin dozgeriya Tirkiyeyê gefên yekser li gorî romanên Tirkiyeyê ji komên cîhadîst dihat kirin, lê ji aliyê Yekîneyê Parastina Gel ve li Efrînê li dijî Tirkiyeyê tu binpêkirin nihatin kirin. Li şûna ku artêşaTirkiyeyê wan komên çekdar kiriba hedf da ku ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê biparêze bi hevkaryia wan komên cîhadîst êrîş bajar Efrînê û hêza wê parastina rewa kirin."

Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd di berdewama axaftina xwe de wiha got: " Kiryarên ku gurûpên çete yên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê dikirin li bermberî çavên hemû cîhanê û dezgehên çapemeniyê diyar bû. Bi navê cîhad û şerê nijadperestî bang dikirin da ku dest bi hemleya qirkirinê li Efrînê bikin.

Li vê derê divê ku mirovn li ser nasnemaya wan gurûpên ku di bin ala "Artêşa Azad" ji aliyekî ve û gurûpên taybet bi Tirkiyeyê ku ji dervî qanûnên Tirkiyeyê û navdewletî di heman demê de dixebitin, bisekinin.

Herdû rêxistin ji dervî qanûnên navdewletî û herêmî dixebitin. Her wiha navê wan di lîsteya terorê ya NATO`yê, Meclisa Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî de hene.

Beriya ku Efrîn were dagirkirin, Erdogan bi civîneke awarte bi Meclisa Ewlehî ya Netewî bi fermandarên ewlehî û leşkerî bû hazirbûna berpirsê Ewlehiya Erdogan ê bi navê Adnan Tanriverdi yê ku şîrketa leşkerkirina kesên ku sûcên cînayî kirine, hindek kesayetên leşkerî yên ku îstîfa kirine, hinedek kesên din ku dixwazin tirs û kuştinê di nava şirketa bi navê "Sedad" tê naskirin, belav bikin.

Wê şîrketê bi serkêşiya Adnan Tanriverdi bi deh hezaran gurûpên çete yên ku li bermberî pereyan şer dikin, kir leşker. Li gorî destûra Tirkiyeyê ew ne şirketeke qanûnî ye. Ji derveyî qanûnên navdeweletî û herêmê dixebite. Navê saziya leşkerî ya fermî ya Tirkî girt da ku ecinde, qirkirina etnîk û guhertina demografiya Efrînê pêk bîne."

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku nasnameya komên herêmî yên di bin ala "Artêşa Azad" de kar dikirin bi awayekî zanebûn li ser wan hate nixumandin lê ew di rastiya xwe de girêdayî komên cîhadî ne.

Ji wan Semerqend, Ehrar El-Şam, Cebhet El-Şamiye, Ehrar El-Şerqiye yên ku tev li DAIŞ`ê bûne, Koma Hemze, Lîwa Mutesim, Ceyş El-Fetih, Ceyş Ehfad, Sultan Mûrad, Sultan Osman, Silêman Şah û Cebhet El-Şamiye". Piraniya wan di nava rêxistina DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra de bûn. Her wiha praniya komên terorîst bi tewana ku sûcên şer, dizî, talankirina mal û milkên sivîlên Sûriyeyê, talankirina binesaziyê û birina wan ber bi Tirkiyeyê ve hatine tawanbarkirin.

Hemû kiryar li gel rêxistinên navdewletî hatine belgekirin. Li gorî wê, Erdoganên faşîst tîmek ji wan koman erkdar kir da ku Efrînê dagir bikin, qirkirina entnîk li gorî projeya wan a cîhadî û nêjadî pêk bînin. Ev hemû qanûnên navdewletî binpê dike. Di dema ku Koalîsyona Navdwletî li rojhilatê çemê Firatê şerê terorîstan dike, dewleta Tirk a dagirker sûcên şer li dijî mirovahiyê pêk tîne, aramî û aştiya navdewletî bi armanca jinûve zindî kirina terorê li deriyê bajarê Efrînê pêk tîne.

SÛCÊN LI EFRÎNÊ

Nûrî Mehmûd diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên wê yên taybet ku gurûpên radîkal bikar anîn, êrîşî Efrînê kirin. Komên terorîst sûcên şer pêk anîn, kiriyarên li dijî mirovaniyê kirin, 20 Çileyê dest bi polîtîkaya xwe li dijî Efrînê û hêzên ku parastina wê dikin, kirin.

Di rêzesûcên şer de, hemû qanûnên navneteweyî û hevpeymanên navneteweyî û qanûnên sûcên hatin binpêkirin. Di rêzesûcên şer de komên çekdar di êrîşên xwe de sivîl kirin hedef, bi çekên qedexe êrîşî gund û navçeyên bajarê Efrînê kirin.

Gaza culorê li gundê Ernede yê navçeya Şiyê hate bikaranîn û ji aliyê Meclisa Tendirûsiyê û Heyva Sor li bajarê Efrînê hate belgekirin. Her wiha hêzên dagirker siyasetên qirêj li dijî sivîlan û hêzên parastinê pêk anîn. Gelek dîlgirtiyên li gel wan bi wayekî eşkere û li beramberî çapemiyê kuştin, bi cenazeyên şervanên YPJ,YPG`ê lîstin. Mînaka wê jî Şehîd Barîn Kobanê ku bi awayekî hovane bi cenazeya wê lîstin. Bi awayekî hovane lihevkirina Cenîvê ya 3`mîn a girêdayî danûstandina dîlgirtinan binpê dike.

QIRKIRINA ETNÎK Û GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Herwiha li ser çalakiyên guhertinên demokrafîk, Mehmûd wiha got: "Li gorî jimareyên berê li bajarê Efrînê, hejmara şêniyên bajarê Efrînê û gundên wê tevî koçberên ji herêmên Sûriyeyê hatine melyonek kes bû, berçave ku hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û çeteyên terorîst nikaribûn di eniyên leşkerî di mehekê de pêş biketana, ji bo wê berê xwe dan siyaseta qirkirina etnîkî, bi balefirên ezmanî li dijî sivîlên li gund û bajarokan bikar anî ku şêniyan bide koç kirin û wan di navenda bajêr de kom bike û wan qirkirin bide, hemû dibistan, nexweşxane, mizgeft û çavkaniyên jiyanê mîna avê û hewîrdorê bombe baran kir."

Mehmûd wiha got: "Piştî ku şêniyên li gundan ji ber balefiran berê xwe dan bajêr, hêzên ezmanî yên Tirkiyeyên û tangan sivîl bombebarandin, sivîl xistin rewşeke ku neçarî koçberkirinê dan û bi rêya hedefgirtina erebeyên sivîlan, komkujî pêk anî. Qûrbaniyên wan çalakiyan jin, zarok û rûspî bûn, yek ji wan "komkujiya Mehmûdiyê ya li bajarê Efrînê û Nexweşxanya Avrîn û taxa Tirenda."

"Piştî dagirkirina Efrînê û gundên wê, artêşa Tirk noqteyên stratîjîk li gund û bajarê Efrînê çêkirin û hişt ku komên çekdar di bajar de bimînin û hertiştî di bajêr de bikin, her tişt di bajêr de dizîn û sivîl revandin ku li şûna wan pere dixwestin, destdirêjî li jinan kirin, ola islamê li ser Êzîdiyên li gundên Êzîdiyan dan ferz kirin, herwiha hemû gor hatin bombebaran kirin, cihên dîrokî hatin bombebaran kirin, sembolên Tirkiyeyê û dirûşmeyên olî ferz kirin, navê qadan û kolanan guhartin û navê serokê Tirkiyeyê weke "qada Erdogan li navenda bajarê Efrînê lê kirin, herwiha di nava siyasta rûxandina binesaziyê û aborî darên birîn û şewtandin, nehiştin ku rêxistinên mirovî û mafnas û çapemeniyên serbixwe têkevin Efrînê ku rastiyê dernexînin. Tirsê dixin dilê sivîlan ku wan ji bajêr bidin koç kirin û malbatên komên çekdar li şûna wan têxin bajêr, ji bo wê em dibînin ku ev kiryar dikevin siyaseta qirkirina çandî û etnîkî."

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Siyaseta Erdogan û komên wî zîhniyeta dewleta Tirkiyeyê ya qirkirinê û qirkirina etnîk dide diyar kirin. Eger em projeya rojhilat El-Islahî di hundirê Tirkiyeyê bi rêya qirkirina herêmên Kurdan li rojhilatê çemê Firatê de bibînin, em ê bibînin ku ev stratîjiya hîna di zihniyeta dewleta Tirkiyeyê de heye, herwiha em nikarin komkujiya ku derheqê Ermeniyan de hate kirin jî ji bîr bikin, em dibînin ku qirkirina etnîkî ango "Koçberkirina bi zorê" aliyekî ji qirkirinê ye ku dixweze binesaziya siyasî, civakî û hewrîdora pêkhateyên ku dixwestin parastina hebûna xwe bikin, birûxîne. Ev kiryarên Tirkiyeyê hemû hevpeymanên navdewletî mîna hevpeymana Cinêv û sûcdarên şer û sûcdarên dijî mirovahiyê tune dike, ji bo wê divê ku qanûnên darizandina dijî rêxistinên leşkerî û ewlekariyê li Tirkiyeyê û komên girêdayî wê, bê derxistin."