'Heta dewleta Tirk li Efrînê be, metirsî wê li ser her kesî hebe'

Hevseroka TEV-DEM'ê Ceger li dijî dagirkirina Efrînê bang li gelan kir: "Heta ku dewleta Tirk li Efrînê be metirsî wê li ser hemû gelan hebe. Divê gel, siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr zextê li dewletên xwe bikin ku li ber dagirkeriya Efrînê rabin."

Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger ku mêvanê Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a Efrînê ya Navneteweyî ye, forûm û dagirkirina Efrînê ji ajansa me re nirxand.

'JI BO JI CÎHANÊ RE BÊ RAGIHANDIN, FORÛM HATE ORGANÎZEKIRIN'

Ceger diyar kir, ji bo bûyerên li Efrînê qewimîn û diqewimin ji cîhanê re bên ragihandin û di rojevê de werin hiştin forûm hatiye lidarxistin û got, "Forûmên bi vî rengî divê ji niha û pê ve li gelek deveran bên lidarxistin. Ji ber ku dagirkerî, qirkirin û guhertina demografiyê li Efrînê dewam dike."

Ceger got, "Kêm e ku mirov tenê bêjin li Efrînê sivîl tên guhertin, demografî tê guhertin" û wiha dewam kir:

"Efrîn ahtiye dagirkirin. Endamên YPG û YPJ'ê yên li wir şehîd bûn ji vî gelî ne, zarokên vî gelî ne. Ti carî êrîşî Tirkiyeyê nekiribûn. Gelo parastina jiyan û xaka xwe, sûc e? Sivîl jî, endamên YPG û YPJ'ê jî ji bo Efrîn were dagirkirin hatin kuştin.

Pirsa bingehîn a divê were pirsîn ev e: Dewleta Tirk çima dagir dike? Efrîn, Bab, Cerablûs û Îdlib bajarên Tirkiyeyê nînin. Çima dewleta Tirk dest li xaka welatekî din werdide? Çima Amerîka, Rûsya, Iraq, Îran, Sûriye û welatên Ewropayê li pêşberî vê yekê bêdeng in?"

DIVÊ BEŞDAR KARIBIN NÊRÎNÊN XWE LI QADA NAVNETEWEYÎ JÎ BÎNIN ZIMAN

Ceger bal kişand ser nirxandinên hin beşdarên ji Ewropa û Amerîkayê û got, "Davîd Phîlîps di axaftina xwe de got, 'em êdî mikur tên ku dewleta Tirk dewleteke terorîst e'. Ev mikurhatin girîng e. Koûchner got, 'Pirsgirêka Sûriyeyê li Sûriyeyê çareser dibe'. Vê yekê jî gotina De Mîstûra ku berî 2-3 rojan gotibû 'me winda kir' anî bîra min. Ev girîng in. Lê belê divê beşdar karibin nêrînên xwe li Neteweyên Yekbûyî, li meclîsên xwe, li welatên xwe jî bînin ziman. Divê rastiya heyî bibînin û bikin ku welatên wan jî bibînin.

Di mijara Efrînê û Kurdand e mixabin Ewropayê û cîhanê mafên mirovan ên gerdûnî û hiqûq binpê kirine. Di dema dagirkeriyê de dengê xwe dernexistin û bi daxuyaniyên xumamî hêz dan dewleta Tirk ji bo dagir bike. Îro jî bi heman helwestê tevdigerin. Berî 2 hefteyan mirovên me yên ji ber êrîşên dewleta Tirk malên wan hilweşiyan serî li Dadgeha Mafên Mirovan dabûn, ev bersiv ji wan re hate dayin: 'Rêyên hiqûqa navneteweyî nehatine qedandin', lewma serlêdan ahtiye redkirin. Gelo Efrîn parçeyekî Tirkiyeyê ye? Li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet heye? Her kes zane ku niha li Tirkiyeyê, hiqûq, maf, edalet nîne û faşîzm heye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li gorî berjewendiyên dewletan biryar daye. Lewma divê her kesên haya xwe ji rastiyê hene, li welatê xwe jî li pêşberî dewleta xwe têbikoşin."

'DAGIRKERIYA TIRK GEFÊ LI HER KESÎ DIXWE'

Ceger bi bîr xist ku di dawiya forûmê de wê hin biryar bên dayin û got, "Em hêvîdar in ku wê li ser xalên bingehîn biryar werin dayin. Li Efrînê dagirkerî û qirkirin dewam dike. Dagirkirina Efrînê ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo tevahiya Sûriyeyê gef e. Heta ku dewleta Tirk li Sûriyeyê be, ti ji gelên Sûriyeyê wê ne ewle bin, gelên li Tirkiyeyê jî. Li derve faşîzm, li hundir faşîzm. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên giran tên kirin. Niha gef li Girê Spî, Minbic, Kobanê û hwd. tê xwarin."

Ceger got, "Divê ji bo berjewendiyên hemû gelan helwest li dijî dagirkeriya Tirk bê nîşandan" û wiha dewam kir: "Divê Ewropa nebêje, bi dayina fîdye û bêdengiya li pêşberî dagirkeriyê, wê ji qerta çeteyên dewleta Tirk xwe biparêze. Dewleta Tirk bê kontrol e. Ji xwe di karektera wê de tekperestî, zext û komkujî heye. Wekî din, ji aliyê nexweşekî desthilatdar-împaratoriyê yê mîna Erdogan ve tê birêvebirin."

Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de got, "Em bang li gelên Ewropa, Amerîka û hemû gelan dikin ku li dijî dagirkirina Efrînê derkevin. Heta ku dewleta Tirk li Efrînê be, metirsî wê li ser hemû gelan be. Hemû gel, siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr divê zextê li dewletên xwe bikin ji bo li dijî dagirkirina Efrînê helwestê nîşan bidin. Bi tayetî gelên Ewropa û Amerîkayê divê bikin ku dewletên wan di mijara nirxên hiqûqê û mafên mirovan ên gerdûnî de biryarê bidin."