Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê hatin veşartin

7 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn û endamekî Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Reqayê ku şehîd bûbû bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Ji bo 7 şervanên QSD'ê û 1 endamê Hêzên Ewlehiyê yên Reqayê ku şehîd bûbûn li herêma Kerema ya Reqayê û li navçeya Şedadê ya Hesekê ji bo şervanekî merasîmek hate lidarxistin.
JI BI 8 ŞERVANAN MERASÎMEKE BI HEYBET
Gelê herêma Kerame ya rojhilatê Reqayê bi merasîmekê 7 şeravnên QSD'ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn û ji bo 1 endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe merasîmek çêkirin.

Li herêma Kerameyê bi sedan kes piştî u şehîd ji Saziya Malbatên Şehîdan a Kerameyê standin  bi konwoyeke  wesayitan birin Şehîdgeha Şehîd  Sêvdar.
Li şehîdgehê ji bo şervanên  QSD'ê merasîmek hate çêkirin. Piştre li s er navê Saziya Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlehiya Navxwe û Meclîsa Sivîl a  Reqayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî dane malbatên şehîan û hate gotin ew ê li têkoşîna şehîdên azadiyê xwe derbikevin.
Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şervanên QSD'ê Beşar El-Şêx (Abdulheyî), Abdulqadir El-Keto (Demhat), Abdulezîz El-İsa (Telal), Emar El-Şêx (Kurtay) Mihemd Casim El-Damin (Edhem), Abdulhadî El-Emer (Seyf), Abdulcebar El-Sedlan (Sedlan) û Endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe  Mihemd El-Receb’in (Ebu Heran) hate xwendin û radestî malbatan kirin.

Piştî merasîmê şervan bi dirûşmeyan hatin veşartin.
BI DIRÛŞM Û LÎLANDINAN HATIN VEŞARTIN
Li navçeya Şedadê jî gel şervanê QSD'ê Helûş Elî li Şehîdgeha Şedadê veşartin.
Helûş Elî (Brahîm) ku di Qanaxa Bidawîkirina Terorê de, ya Pêngava Bagera Cizîrê,  28'ê Mijdarê şehîd bûyî, cenazeyê wî ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê ve hate standin û birin şehîdgehê.
Piştî merasîma leşkerî yek ji fermandarê YPG'ê Hisên Hemade axivî, sersaxî da malbatên şehîdan û got ew ê heta hetayê li ser rêça şehîan bin.
Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra Ebîd jî got, heta dawiyê ew ê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer bikin.
Piştî axaftinan belgeya şehîdbûnê ya Şehîd Helûl hate xwendin û dane malbata Brahîm.
Şehîd Helûl Elî bi dirûşm û lîlandinan hate veşartin.