Bernard Koûchner: Divê em li ber dagirkeriya Tirk rabin -NÛ BÛ

Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demokratfîk a li Efrînê ya Navneteweyî, li bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransayê Koûchner got, "Divê em li ber kiryarên dagirkeriya Tirk rabin."

Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demokratfîk a li Efrînê ya Navneteweyî ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava ve tê organîzekirin. Bi beşdariya gelek siyasetmedar û rewşenbîran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Amûdê pêk tê.

Ji rêveberên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Dr. Ehmed Sînor di destpêka forûmê de axivî. Piştre li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê sînevîzyonek hate nîşandan.

Rapora ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hatiye amadekirin, di komcivînê de ji aliyê endamê NRLS'ê Nezîr Salih ve hate xwendin.

RAPORA LI SER EFRÎNÊ

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Ji destpêka sala 2018'an ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî yekser sûcên şer û kiryarên terorî pêk tînin. Qanûnên navdewletî bi awayekî eşkere binpê dikin, bêyî ku tu tişt hebe kiryar û hovîtiya wan bisekinîne. Artêşa Tirk a dagirker her tim sivîl, binesazî, saziyên xizmetguzarî li bajar û gundewarên Efrînê bi rêya mûçek û topan dikirin hedef. Her wiha gelek çekên giran li wê firehiya biçûk û li dijî sivîlan ku nêzî 400 hezar koçberên Sûriyeyê ku ji ber şerê li herêmê koçber bûbûn û xwe li wê derê bi cih kiribûn, pêk anîn. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi hezaran sivîl şehîd bûn, birîndar bûn û bi deh hezaran jî neçarî koçberiyê bûn.  

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, polîtîkayên berfireh ên terorê li dijî sivîlan pêk anîn. Sivîl neçar kirin ku yan koçber bibin an jî rewşa nû polîtîkaya nîjadperestiya Tirk û bi rengê îslama hişk û paşverû ferz kiriye, qebûl bikin. Her wiha derfet neda koçberên Kurd ku li herêmên xwe vegerin. Komên çete û malbatên wan ku ji herêmên din koçber bûbûn, li şûna nîştecihên Efrînê bi cih kirin. Revandin, kuştin, şewitandina zeviyan, talankirina mal, milk û berhemên çandiniyê didome. Gelek welatiyên Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin revandin, êşkencekirin. Her wiha polîtîkayên qirkirina çandî û dîrokî li ser nîştecihên Efrînê yên resen pêk hat.

Bi vê yekê armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ku dixwazin qirkirineke nîjadî pêk bînin û demografyaya Efrînê biguherin, hate diyarkirin. Li beramberî hemû hovîtî û kiryarên dagirkeran tu rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û aştiya navdewletî tu helwestên xwe ji bo êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî niştecihên herêmê, nîşan nedan.

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

20'ê Çileya 2018'an artêşa Tirk a dagirker û komên radîkal ên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin. Tevî biryara agirbestê li ser hemû xaka Sûriyeyê ku ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî ve 24'ê Sibata 2018'an hate derxistin, lê  êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê nêzî du heman dewam kirin. Li gorî fetwaya ku ji aliyê Meclisa Îslamî ya Sûrî û Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyeyê û bi alîkariya hikumeta Recep Tayyîp Erdogan hate derxistin, bêyî ku tu hurmet ji qanûnên navdewletî re were dayîn, hemû cihên olî bê ser û ber hatin keysbazkirin. 

18'ê Adara 2018'an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî xaka Efrînê bûn. Şêniyên Efrînê ji tirsa hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên biyanî û herêmî El-Hizib El-Îslamî El-Tirkistanî, Cebeht El-Nusra, Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ'ê û her wekî din, ji malên xwe derketin.

Kurdên Efrînê neçarî koçberiyê kirin da ku demografyaya Efrînê biguherin. Di madeya 7'mîn a sîstema sereke ya Romayê xala D benda 2 de, li ser koçberkirina bi zorê ev tişt hatiye gotin: 'Koçberkirina kesan ji herêma ku lê dimîne û bi darê zorê, bi awayekî rawa, berdan an jî bi çi awayî qanûna navdewletî rawa ye."

Di destpêka êrîşa li ser Efrînê de, Erdogan bi rêya dezgehên çapemeniyê ragihand ku li Efrînê hejmara welatiyên Ereb hejmara wan ji sedî 55, Kurd jî ji sedî 35 e. Ev yek diyar dike ku armanc guhartina demografîk e, ew jî koçberkirina ji sedî 65 ji Kurdan e (şêniyên herêmê yên resen). Di heman demê de, ragihand ku ew ê penaberên li kampên Tirkiyeyê li Efrînê bi cih bike. Li gorî madeyên 2, 7, 8 û ji madeya 7 xala yek a sîstema bingehîn a Romayê, koçberkirina bi darê zorê wek sûcekî şer ragihand. Her wiha li gorî madeya 8 ji xala (B) û xala 2 ji madeya 8 “Dewleta dagirker bi awayekî yekser û neyekser beşek ji şêniyên xwe derbasî axa ku dagir kiriye. Yan jî dûrxistin yan jî veguhistina şêniyên axa dagirkirî “ ev yek binpêkirinên xeternak ji qanûnên navneteweyî re ye. Di heman demê de, li gorî madeya 49 û 85 ji madeya 4/1 û madeya 147 ji  ProtokolaHevpeymana Cinêvê ya sala 1949'an, qedexe ye kesayet yan jî gelek kes bi darê zorê werin koçberkirin, yan jî ji şêniyên dewleta dagirker veguhezînin axên dagirkirî.

Artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê heta niha zextê li niştecihên Efrînê dikin da ku wan koçber bikin. Ji bo vê yekê hemû şêwazên îşkencekirin, binpêkirin, sivîlan bi tawanên ku berê bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk re dixebitin yan jî kesek ji mirovên wan di nava refên bexwedanan de cih digirt, tawanbar dikin. Sivîlan digire û ji bo serbestberdana wan pereyên zêde dixwaze. Li Efrînê bendên ewlehiyê yên hemû komên çete û terorîst ku sivîlan asteng dikin û pereyan ji sivîlan dixwazin, hene.

Hemû sivîlên Kurd ên ku di Efrînê de mane ji ber terora artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê rastî polîtîkayên girtin, revandin, şewitandina zevî, mal û milkan tên. Her wiha gelek rewşên tecawizkirin û revandina keçên temenbiçûk hatin belgekirin. Ji ber wan kiryaran niştecihên resen neçarî koçberiyê bûn. Heger kiyar û hovîtiya dagirkeran li Efrînê dewam bike dê Efrîn rastî guhertinên demografîk were.

QIRKIRINA ÇANDÎ Û DÎROKÎ

Artêşa Tirk a dagirker dibistan, şûnwar û cihên olî kirin hedef. Her wiha peykerê Kawa Hedad ê li deriyê veguhestina Efrînê hate rûxandin. Rûxandina 32 dibistanan hatin belgekirin. Her wiha li gorî raporên din 45 dibistan hatin rûxandin, 318 dibistan, peymangeh û zanîngeh hatin girtin. Zêdetirî 50 hezar zarok ji xwendinê bê par man. Zêdetirî 13 xwendekarî jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî dewleta Tirk a dagirker sîstema xwendinê bi zimanên tirkî û erebî li ser gelê Efrînê ferz kir. 

26'ê Çileya 2018'an cihê şûnwarê yê bi navê Tel Eyn Dara yê ku dîroka wî vedigere serdema niyolotîk ji aliyê balafirên artêşa Tirk a dagirker hate mombebarankirin.  Keleha Nebî Hûrî tevî  ku ji herêmên şer dûr bû jî û tu hêzên leşkerî li wê derê tune bû lê gelek cihên şûnwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate topbarankirin û bombebarankirin.

Cihên şûnwarî li gundê Îska, Til Raco yê şûnwarî, Til Cendirêsê û Tel Dêr Belût ev hemû dîroka bavûkalane her wiha dêra El-Raî hate talankirin û dizîn.

Gora Mar Marûnç, dêra Cûliyanos ku ji sedsala 4'mîn a zayînê heye ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hate rûxandin. Cihê Berad ê şûnwarê ku di lîsteya Yûnêso de hate qeydkirin, bi dehan cihên pêkanîna rêûresmên ola Êzidî û hemû gelên Efrînê ku cihê xwe di nava berxwedanên de girtin, hatin rûxandin. Komên terorîst bi dehan cihên şûnwarî dizîn û ber bi Tirkiyê ve birin.

Gelek dibistan veguherîn cihê girtin û îşkencekirina welatiyan. Ala dewleta Tirk a dagirker li hate hildan. Navê kolan, herêm û saziyên din hatin guhertin û navên Tirkî li wan hate kirin. Qada sereke ya navenda Efrînê kirin Qada Erdogan. Xwepêçandin li jinan hate ferzkirin. Navendên çanda Tirkî hate avakirin. Ev hemû qirkirina etnîk li dijî kurdan diyar dike.

Bi dehan kiryarên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê ji aliyê NRLS'ê şaxê Efrînê û hindek saziyên mirovahî yên din hatin belgekirin. Hemû kiryar û hovîtiya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin kirin ji aliyê NRLS'ê şaxê Efrînê hatine belgekirin."

KOÛCNER: DIVÊ EM LI BER DAGIRKERIYA TIRK RABIN

Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransayê Bernard Koûchner tevlî forûmê bû û li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê axivî.

Koûchner got, "Divê em li ber kiryarên tundiyê yên dagirkeriya Tirk rabin. Nexasim divê em bipirsin, bê çima li hemberî van kiryarên li dijî Kurdan deng ji kesî dernakeve. Gelê Rojava ji bo me girîng e, ji ber ku ji her alî ve cîranên wan mafên wan binpê dikin."

Koûchner diyar kir, dema ku ew vegeriya welatê xwe, li dijî kuştin, koçberkirina bi darê zorê û polîtîkayên guhertina demografiyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, wê karekî berfireh bikin.

Koûcher got, hin dewletên cîhanê; Rûsya, Îran û DYA dixwazin li Rojhilata Navîn serdest bin û diyar kir, siyaseta van hêzan a li ser Rojhilata Navîn yekser bandorê li gelê Rojava dike.

Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransayê Bernard Koûchner got, ew bi gelê Rojava re ne.