Xezeba Zeytûnê: Li Şera 6 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand, li navçeya Şera ya Efrînê di çalakiyeke hêzên wan de 6 çete hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, li navçeya Şera ya Efrînê di çalakiyekê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Şervanên me roja 24'ê Sibata 2019'an li gundê Mişelayê yê navçeya Şerayê, bi motorsîkleteke bombebarkirî li benda kontrolê ya çeteyên Sûltan Mûrat ên Tirkiyeyê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de serçeteyê bi navê Enwer El Hesen (Ebû Ûsama) jî di nav de 6 çete hatin kuştin."