Berdevka Bagera Cizîrê: DAÎŞ li Sûriyeyê bi leşkerî qediya

Berdevka Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah, li ser pêngava Bagera Cizîrê û rola şervanên YPJ’ê ya di pêngavê de agahî da.

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ Lîlwa Ebdullah hem rewşa dawî ya pêngavê û hem jî rola şervanên YPJ’ê ya di pêngavê de ji ANF’ê re nirxand.

Ebdullah anî ziman ku li aliyekê pêngav hê didome, lê bi rengekî pir hesas û hêdî diçe. Berdevka Bagera Cizîrê diyar kir ku ji ber hê jî sivîl di destê çeteyên DAÎŞ’ê yên li bendên dawî yên Baxozê asê mene hene. Ebdullah bibîr xist ku ji bo wê ye tevî dem bi dem şer jî tê kirin, lê şervan bi baldarî tevger dikin ku ziyan negihêje sivîlan û bikarin bi ewle wan rizgar bikin.

Berdevka pêngavê Lîlwa Ebdullah da xuyakirin tevî ku şer hê jî dewam e, lê rojên pêş wê ji Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê heta sînorê Iraqê ji çeteyên DAÎŞ’ê bê paqijkirin. 

Ebdullah bal kişand ser rola şervanên YPJ’ê ya di Pêngava Bagera Cizîrê de û wiha pêde çû: “Di destpêka pêngavê de YPJ cih negirt. Lê piştî ku hinek herêmên Dêra Zorê hatin rizgarkirin û şûnde, dîsa jinên ku hatin rizgarkirin, êdî biryardan ku tevlî pêngava paqijkirina xala xwe ya ji terorê kirin. Di vê qonaxa dirêj a kuştin û zextên mezin ên li ser jinan, êdî gelek jinên herêmê tevlî YPJ’ê bûn û ji bo tola xwe hilgirin, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin.”

Ebdullah bi domdarî got: “Şervanên YPJ’ê rolekî mezin di pêngavê de lîstin û ya girîng jî ew e ku hişmendiya herêmî ya ji bo jinê da guhertin.”

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah diyar kir ku çeteyên ku xwe radestî şervanên QSD’ê kirine, destpêkê di lêpirsînê re tên derbaskirin. Ebdullah destnîşan kir ku kesên destê wan di kuştin û dertin holê ku DAŞÎ ne heta radestî welatên wan bikin tê girtin.

Ebdullah li ser hejmara ku heta niha çend çete tevî malbatên xwe hatine girtin hejmarek diyar eşkere ne kir, lê diyar kir ku hejmarekî pir zêde niha di destê QSD’ê de ne.  Ebdullah bal kişand ser dewleta Tirk û got: “Hinek alî hene dixwazin tevlîheviyê li herêmên hatine rizgarkirin derbixin.  Divê dewletên Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe rabin da ku herêm bi ewle bimînin. Ji bo çarenûsa van çeteyên DAÎŞ’ê jî dest bi xebatekê bikin.”

Herî dawî Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah bal kişand ku êdî heyîna çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser erdê li ber şikestinê ye û got: “DAÎŞ êdî şikest, lê hê jî şaneyên wan ên razayî neqediyan û dîsa ya girîng hişmendiya DAÎŞ’ê hê jî di nava gel de maye. Ji vir û şûnde karê me ew e ku vê hişmendî û şaneyên razayî bi dawî bikin e.”