Li Baxozê nêzî 600 jin û zarok hatin rizgarkirin

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya şervanên QSD’ê ya ji bo paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê dewam dike. Şervanan nêzî 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin

Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo dawîkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya ji Bakurê Sûriye û Rojava destpêkirî bi dijwarî dewam dike.

Şervanên QSD, YPJ/YPJ’ê îro gelek jin û zarok di nav de bi sedan sivîl hatin rizgarkirin.

Hate ragihandin ku di nava sivîlên hatine rizgarkirin de çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan jî hene.

Çete piştî di lêpirsînê re tên derbaskirin û şûnde ji sivîlan tên cudakirin, jin û zarok jî piştî tên kontrolkirin û şûnde jî pêwîstiyên wan ên xwarin û vexwarin tên bicihanîn.