Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi operasyona dawîkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li gundê Baxozê ya girêdayî bajarokê Hecîn a Dêra Zorê kirin.
Hêzên QSD’ê saet 18:00’an dest bi operasyona dawîkirina DAÎŞ’ê ya li Baxozê kirin.
Hêzên QSD’ê 9’ê Sibatê li Baxozê dest bi operasyona rizgarkirina sivîlan kiribû. Ji wê dîrok heta niha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin û DAŞÎ’yên ku xwestin xwe radest bikin jî hatin derxistin.
Li ser mijarê yek ji Fermandarê QSD’ê Ednan Efrîn agahî da ANF’ê û got: “Li Boxazê sivîl û çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan ên xwestin xwe radest bikin hatin derxistin. Her wiha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin. 1’ê Adarê li gund ti sivîl neman e, li ser radestnebûna çeteyên DAÎŞ’ê yên mayîn şervanên me saet 18:00’an û şûnde dest bi operasyona dawîkirina çeteyan kirin.”