Di nava 25 salên dawî de 7 kerasetên hewavanî yên herî kujer

Ketina balafirê ya roja Pêncşemê li Ahmedabadê ya Hindîstanê, dikare bibe yek ji kerasetên hewayî yên herî xirab ên sedsala 21’an.

Balafira rêwiyan a Air India ya Hindistanê a bi tîpa 787 Boeing duh ji bo biçe London-Gatwickê li ba bû, lê piştî demeke kûrt ket xwarê. Di balafirê de 242 rêwî hebûn, lê ji ber balafir bi ser avahiyan de kete xwarê, hejmara miriyan derkete 260’an.

Qezaya balafirê ya Air India wekî rojeke tarî di dîroka hewavanî de tê dîtin.

Vê trajediyê her wiha qezayên mezin ên balafirên sivîl û leşkerî yên ku di 25 salên dawî de qewimîne anî bîra mirov.

Balafirên Malaysia (MH17, 2014): Di vê balafira ku li ser Ûkranyayê hate xistin de 298 kes mirin.

Parêzvanên Şoreşê yên Îranê (2003): Li Îranê di ketina vê balafira leşkerî de 275 kes mirin.

Artêşa Cezayîrê (2018): Di balafira ku li Boufarikê ket xwarê de, 257 kes mirin.

American Airlines (2001): Ev balafir piştî ji New Yorkê rabû bi demeke kurt ketibû xwarê û 265 kes mirin.

Malaysia Airlines (MH370, 2014): Heta niha ti şopek ji balafirê ku bi 239 rêwiyan winda bû nehatiye dîtin.

Air France (AF447, 2009): Ev balafir li Okyanûsa Atlantîkê ket xwarê û 228 kes mirin.

China Airlines (2002): 225 kes mirin dema ku balafir li hewa li peravên Taywanê parçe bû.