Tîmên girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê 20 cenazeyên din ji gora komî ya li gundê El Fexîxe ya girêdayî El Şamiye ya dikeve başûrê Reqayê derxistin.
Tîmên girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê ji meha borî ve dest bi derxistina cenazeyan ji gora El-Fexîxê kiribûn. Li gorî xebatkarên tîmê û bijîkê dadwerî di nav gorê de zêdetirî 3 hezar cenaze hene.
Xebatkarên tîman diyar dikin ji ber nebûna amûran zehemetiyê dikişînin. Tenê bi amûrên sivik xebatan dikin. Dîsa ji ber hebûna dûpişkan bi hêdî û baldarî kar tê kirin.
Pisporê Tiba Edlî Mihemed El-Elî li ser mijarê ev tişt got: "Xebat nava rojê li vê gorê tê kirin. Ew cenaze yên dema dagirkirina Reqayê ne.” Her wiha El Elî diyar kir ku nêzî 2 hezar cenazeyên DAÎŞ’iyan jî li nava vê gorê heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di navîna meha borî de 3 hezar û 310 cenaze ji gora taxa Panorama derxistine. 550 cenza radestî malbatên wan hatin kirin, 850 cenazeyên girêdayî endamên DAIŞ`ê hebûn. Her wiha hezar û 910 cenaze ne hatin naskirin.