Li Norwêcê polîs êdî dikarin di dema wezîfeyê de çek hilgirin

Parlamentoya Norwêcê roja pêncşemê guhertina qanûna ku destûrê dide polîsan ku di dema wezîfeyê de çek hilgirin, qebûl kir.

Bi erêkirina Parlamentoyê re, polîsên Norwêcî yên ku heya niha piranî bêyî çek dewriye digeriyan, êdî wê bi giştî bi çekê wezîfeya xwe bimeşînin.

Hikûmeta Partiya Karkeran a ku qanûn pêşkêşî meclîsê kirî, anî ziman ku bi sererastkirina nû re, ji bo têkoşîna li dijî sûcan wê polîs hîn bi bandortir bibin.

Li gorî qanûnê, çarçoveya hilgirtina çekê wê li gorî cûreyên herêman, deman û wezîfeyan ji aliyê Teşkîlata Polîsan a Norwêcê ve were diyarkirin.

TÊ PLANKIRIN KU SALA 2026’AN BIKEVE MERIYETÊ

Wezareta Edaletê ya Norwêcê diyar nekir ku wê qanûn kengê tam bikeve meriyetê, lê belê ragihand ku tê plankirin ku di sala 2026’an de were destpêkirin. Ji Wezareta Edaletê Astri Aas-Hansen meha Gulanê daxuyaniyek dabû û wiha gotibû: “Li Norwêcê divê her kes xwe di ewlehiyê de hîs bike. Polîs divê li dijî çêkera sûc a ku timî tê guhertin, amade be.”

RÊJEYÊN SÛC ZÊDE BÛNE

Norwêc a xwedî nifûsa 5,6 milyonê, li seranserî cîhanê yek ji welatên ku rêjeya sûc lê kêm e. Lê di salên dawî de zêdebûna rêjeya sûc, bal dikêşe. Di sala 2023’yan de li welêt 38 cînayet çêbûn. Ev rewş ji sala 2013’an û vir ve, weke hejmara herî bilind hate qeydkirin. Li gorî rapora dawî ya Daîreya Krîmînal a Polîsan, bi taybetî di sûcên tundiyê de zêdebûneke berçav çêbûye.

NERAZÎBÛN

Heya roja îro polîsên Norwêcê tenê di rewşên taybet û pêvajoyên sînordar de çek dihilgirtin. Polîsên ku di wezîfeyên dewriyeya normal de bêçek, piranî çekên xwe di bagajên wesayîtên xwe de digirtin.

Ji partiyên rastgir ên navendî û lîberal hin parlamenter li dijî guhertina qanûnê derketin. Ji Partiya Lîberal parlamenter Ingvild Wetrhus Thorsvik diyar kir ku bi biryarê re “ji aliyê dewleta hiqûqê ve rewşeke bi kok hate derbaskirin” û got, “Giştî bi rakirina çekan re, polîs pênaseya xwe ya sivîl winda dikin.”