ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Efrînê teqîn
Îşev saet 19:00’an li pêşiya Garaja Efrînê teqînek çêbû. -
Li Kobanê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Bekî (Kendal Kobanê) û cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Îbrahîm Elî li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Li Baxozê 4 çete hatin girtin
Şervanên QSD’ê 4 çeteyên DAÎŞ’ê yê dema amadekariyê êrîşê li derdorî Baxozê li dijî şervanê QSD’ê dikirin, girtin. -
Newroz Ehmed: YPJ hem şer kir û hem jî xwe afirand
Yek ji Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed, got YPJ dema ku li dijî DAÎŞ'ê şer dikir ji hêlekê ve xwe diafirand û ji hêlekê ve mêr vediguherand. -
Çeteyên li Baxozê mane hemû biyanî ne
Piraniya çeteyên ku doh li Baxozê radestî hêzên QSD'ê bûn ji Tirkiye, Tirkmenistan, Tirkistan, Kirgizistan, Tacîkistan, Endonezya, Çeçenistan, Dagistan û Iraqê ne. -
Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li sê herêman bi hevdemî çalakî pêk anîn û herî kêm 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûne. -
Endamê DAÎŞ'ê: Îstîxbarata Tirk bi her tiştî dizane
DAÎŞ'iyekî Tacîk ku li Baxozê hate girtin, li ser pirsa, ''Hûn çilo derbasî Sûriyeyê bûn?'' got, ''Îstîxbarata Tirk bi van hemû tiştan dizane.'' -
Bi têkçûna DAÎŞ'ê re plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk jî têk çû
Piraniya çeteyên DAÎŞ'ê yên li Baxozê teslîmî QSD'ê bûn ji komarên Tirkî ne. Xuya ye Tirkiye polîtîkaya bicihbûnê ya Osmaniyan li Sûriyeyê bi rêya kesên ji komarên Tirkî bi rengê 'destpêkê bi cih bibe piştre dagir bike' bi cih tîne. -
QSD: 1300 çeteyên DAÎŞ’ê xwe radest kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan jî di nav de hezar û 300 kesî xwe radestî QSD’ê kirin. -
Li Reqayê cenazeyê şehîdekê hate veşartin
Li bajarokê Keramê ya Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Îsa yê dema li ser erkê bû şehîd ket, hate veşartin. -
Xezeba Zeytûnê: Teqîna li Babê hêzên me pêk aniye
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnan ragihand ku çalakiya li bajarê Babê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê hatiye kirin, şervanê wan pêk aniye. Odeyê ragihand ku wê çalakiyên wan ên tolhildanê yên li dijî dagirkeran bidomin. -
Cenazeyê du şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê û Hêzên Erka Xweparastinê bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Goristan Şehîd Dijwar bi merasîmekê hatin veşartin. -
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê: Sîxurek hate cezakirin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku wan sîxurekî bi navê Mehmûd Ebû Stêf ceza kirine yê ku li xwe mikur hatiye û gotiye têkiliya min bi îstîxbarata dewleta Tirk heye. -
Welatiyên Qamişlo û Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Qamişlo û Dirbêsiyê tecrîd hate protestokirin, grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven ve hatin destpêkirin, hatin silavkirin. -
Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê
Bi tevlîbûna sedan welatiyên navçeya Til Hemîsê cenazyên şervanê QSD’ê Ebdulbarî Mehyele û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qusey Ebu li bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê spartin axê. -
Bi sedan çete radest bûn
Li Baxozê îro bi sedan çeteyên DAÎŞ'ê radestî şervanên QSD'ê bûn. -
QSD: Di 24 saet an de 43 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saet ên dawî ya ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. QSD ragihand ku di nava 24 saet ên dawî de li Baxozê 43 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Şêrawa bombebaran kir
Îro danê nîvro dewleta Trik û çeteyên wê bombe li gundê Zoret û Sîxonekê yên navçeya Şerawa ya Efrînê barand. -
Li Baxozê şerekî dijwar heye
Şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAÎŞ’ê de li gundê Baxozê bi hemû dijwariya xwe didome. Şervanên QSD’ê bi çekên giran nuqteyên çeteyan topbaran dike. -
Cenazeyê Endamê Hêzên Xweparastinê Elî hate veşartin
Welatiyên Dêrik, Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê endamê Hêzên Xweparastinê Etallah Elî bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin. -
YPG’ê nasnameya 12 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di dem û cihên cuda yên Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
'Bi hêrsa 12'ê Adarê gund û bajar tên rizgarkirin'
Endama Rêveberiya KJK'ê Viyan Efrîn got, "Çawa ku 12'ê Adara 2004'an bi dehan ciwanên Rojava bi destê rejîma Baasê hatin şehîdxistin, îro jî bi hezaran keç û xortên Rojavayî rojane gund û bajarên xwe rizgar dikin û tolê hiltînin." -
Li Baxozê şer giran e
Li Baxozê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de heta danê sibehê şerekî giran qewimî. -
'Me zanîbûn ku wê zarokên me bi ser bikevin'
Malbatên şehîdan ên li Qamişloyê diyar kirin, ew bi zarokên xwe serbilind in ku DAÎŞ qedandine û gotin, wan timî bawer dikin ku zarokên wan wê bi ser bikevin. -
Şerê dijwar li Baxozê diqewimin
Şervanên QSD’ê li Baxozê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên xwe radest nakin, ji nû ve dest bi operasyonê kirin.