QSD: Me 24 şervanên xwe yên dîl ketin destê DAÎŞ'ê rizgar kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, wan 24 şervanên xwe yên dîl ketibûn destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirine.

QSD'ê ragihand, wan 24 şervanên xwe yên dîl ketibûn destê DAÎŞ'ê rizgar kirine. Di daxuyaniya QSD'ê de hate gotin, "Karê ji bo rizgarkirina sivîlan ji herêma Baxozê ji destê DAÎŞ'ê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de hêzên me li gorî pîvanên exlaqî û ewlekariya jiyana sivîlan navber dan têkoşîna yekser a li dijî terorê û hewl didin sivîlan ji metirsiyê rizgar bikin.

Hêzên me bi hezaran sivîl û şervanên me yên ji aliyê terorîstan ve hatibûn revandin rizgar kirin. Bi korîdora ewlekariyê re me 24 şervanên xwe ji terorîstan rizgar kirin."