Zarokek din ê Şengalê hate rizgarkirin

Zarokê bi navê Celîl Xelîl ê di êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an ya li Şengalê de dîl ketibû destê çeteyê DAÎŞ’ê û niha 15 salî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin.

Di nava sivîlên îro li Boxazê hatin rizgarkirin de zarokê Êzidî yê bi navê Celîl Xelîl ê hate diyarkirin ku malbata wî li Hewlêrê ye jî heye. Hate ragihandin ku Xelîl Kurdî ji bîr kiriye û bi Erebî daxive.

Şervanên QSD’ê rojan e di Pêngava Bagera Cizîrê de sivîlan rizgar dikin.

Îro di nava kesên hatin rizgarkirin de zarokê bi navê Celîl Xelîl ê ji Şengalê ku 15 saliye hatiye rizgarkirin.

Hate ragihandin ku Celîl di êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an de dîl hatiye girtin û ji wê demê heta niha li Dêra Zorê dihate ragirtin.

Xelîl ê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin, pir kêfxweş bû. Xelîl anî ziman ku ev 5 sal in li Dêra Zorê ye, ragihand hê jî gelek jin û zarokên Êzidî dîl girtîne.

Celîl Xelîl ê Kurdî jî bîr kiriye bi Erebî daxive, destnîşan kir ku li gel jineke DAŞÎ bû alîkariya wê dikir û ji wê rojê heta niha agahî ji malbata xwe negirtiye. Li ser pirsa rojnamevan a te bêriya ‘Şengalê’ kiriye got: “Min pir bêriya Şengalê kiriye.”

Xelîl piştre ber bi cihê ewle ên sivîl lê tên bicihkirin ve hate şandin.