HRE: Bi kêmanî 7 çete li Efrînê hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan a 23’ê Sibatê ya li navçeya Şêrewa, 24’ê Sibatê ya li navenda Efrîn û 25’ê Sibatê ya li navçeya Şerayê de bi kêmanî 7 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên li dijî hêzên dagirker û artêşa Tirk ên li Efrînê daxuyaniyek nivîskî da.

HRE’yê diyar kir ku çalakiyên bi bandor ên şervanên wan ên li dijî leşerên Tirk û çeteyên li Efrînê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“24’ê Sibatê şervanên me li ser rêya gundê Qeretepe ya bi ser navenda Efrînê li dijî otobusekî çeteyên dewleta Tirk a dagirker têde bûn kirin hedef. Di encama çalakiya sabotajê de otobus hat şewitandin lê di derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bidest neketin.

25’ê Sibatê şervanên me li ser rêya gundê Nebî Horî ya girêdayî navçeya Şera li dijî benda kontrolê ya ku çeteyên koma bi navê Qewat El Nuxbe ye, çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer derketin. Di encama çalakî û şer de 4 çete hatin kuştin.

Me di daxuyaniya xwe ya 24’ê Sibatê de diyar kiribû ku, di roja 23’ê Sibatê şervanên me li ser rêya navbera gundên Basûfanê û Birc Heyder yên girêdayî navçeya Şêrawa wesayîtekî leşkerî ya ku çeteyên Firqet El Hemzat têde bûn hatibû hedefkirin û di encama vê çalakiyê de 3 çete bi giranî birîndar bûbûn. Hat zelalkirin ku ev 3 çeteyên bi giranî birandar bûne mirine.”