Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Malbatên girtiyên din jî serlêdan kirin.
Malbat û wasiyê Rêber Apo Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Malbatên girtiyên din jî serlêdan kirin.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Ji girtiyên ku dema dawî birin Îmraliyê; birayê Ergîn Atabey Erol Atabey, xwişka Zekî Bayhan Şukran Bayhan, birayê Mahmût Yamalak Selahattîn Yamalak jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.