Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyê 5 şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê ji aliyê bi sedan welatiyên bajarokê Bisêra û gundewarên Dêra Zorê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarokê Bisêra, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê, Mustefa Mustefa, Hûsam El-Qelab û Îmad El-Hisên, şervanên QSD‘ê Celal El-Hemed ( Hewaş) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirên Esed Ebdulletîf ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibûn, ji ber çerxerêya Etal wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat, ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Erkda Xweparastinê ve destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirên Mûsa El-Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Bi spartina axê ya her şehîdekê, israra me ya dewama têkoşînê xurtir dibe. Em ê li ser rêya şehîdan heta serketinê bimeşin.”

Rêvebera Şaredariya Gel a Bisêrayê Merewa El-Hisên jî axivî soza parastina destkeftiyên şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşim û tilîliyan spartin axê.