QSD’ê 2 hezar sivîlên din ji destê DAÎŞ’ê rizgar kir

QSD’ê nêzî 2 hezar sivîl û malbatên çeteyan derbasî qadên ewle kir. Hin çete jî teslîm bûn.

Şervanên QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi qadên dagirkirî ve diçe yên ku çeteyên DAÎŞ’ê ew der dagir kiribûn. Çete derbên giran dixwin û sivîlan ji xwe re dikin mertal.

GELEK SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN, ÇETE TESLÎM BÛN

Şervanên QSD’ê duh êvarî nêzî 2 hezar sivîl û malbatên çeteyan ji Baxozê anîn herêmên ewle. Gelek çeteyên DAÎŞ’ê jî teslîmî QSD’ê bûn

QSD’ê sivîl neqlî kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şervanên QSD’ê operasyonên rizgarkirina sivîlan didomîne.