Ajokarên artêşa jinê

Di rêwîtiya nava şoreşa Rojava de em berê kameraya xwe vê carê didin ajokarên YPJ'ê yên li eniya têkoşînê û guh didin ajokarên artêşa jinê.

Ji bo şoreşa Rojava ku bi ked, xwîn û berdêleke gelekî mezin hate afirandin, çi ji destê kê tê hewl dide bike û şoreşê xurtir bike. Yek ji wan jî Xwînda Botan e. Xwînda Botan sala 2015'an ji Cizîra Botan tevlî şoreşa Rojava bû. Ji bo sedema tevlîbûna xwe jî dibêje, "Me xwest em jî cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de bigirin."

Xwînda Botan yek ji ajokarên eniya şer ên YPG/YPJ'ê ye ku çîroka wan heta niha zêde nehatiye nivîsandin. Me xwest li ser ajokariya li eniya şer pê re biaxivin.

Xwînda ku çend sal in ajokariya li eniyê dike, tîne ziman ku wesayitên wan di berxwedanê de gelekî girîng in, di heman demê de her tim jî hedef in.

Xwînda dibêje, ji bo karê ku ew dike pêwîstî bi dîsîplîneke mezin heye û divê di her kêliyê de amade be. Xwînda radigihîne ku ew bi rêk û pêk kontrola wesayitê dike, dema ku diçe eniya şer, wesayita xwe timî vekirî dihêle ji bo rewşeke lezgîn û dibêje, "Divê mirov mayinan, êrîşa bi fuzeyê, şer, rewşa hewayê, rewşa rê hema bêjin hesabê her tiştî bikin."

'CARNA TU BIRÎNDARAN DIBE, CARNA JÎ CEBILXANEYAN'

Xwînda dibêje, carna ew hêzek ji şervanan dibe eniya şer, carna, cebilxaneyan, carna jî şervanên birîndar ji eniyê radikin û dibin nexweşxaneyê. Xwînda wiha dewam dike: "Di vî şerî de teknîka giran tê bikaranîn. Wesayit jî gelekî girîng in. Divê mirov her tim amade bin û piranî jî biçin herêmên herî bi rîsk. Carna tu hewl did birîndarekê/î derxîne, carna jî cebilxaneyan bigihîne komeke hevalan. Ji ber vê yekê pêwîstî bi dîsîplîneke xurt heye. Lewma divê tu timî amade be."

TU HEM HEVRÊ YE, HEM KEDKARÊ TENDURISTIYÊ YE, HEM JÎ AJOKAR

Xwînda diyar dike, aliyê herî giran ê karê wê derxistina sivîlan e û dibêje, wê demê tu ne tenê ajokarek e, tu di heman demê de hevrê ye û kedkarekî tenduristiyê ye. Bi dewamî dibêje, "Bêguman a herî zehmet derxistina birîndaran e. Di wê demê de hem hevrê ye, hem jî yekane kes e ku divê mudaxleya destpêkê bike û bibe cihê ku pêwîstî pê heye. Divê tu bi xwînsarî tevbigere. Dema ku tu birîndarekî li wesayitê siwar dike, tenê tiştek di bîra de dimîne; divê ew heval bijî. Tu li tiştekî din nafikire."

JI EFRÎNÊ HETA DÊRA ZORÊ

Xwînda ji sala 2015'an û vir ve ji Şedadê heta Reqayê û Efrînê li gelek herêman tevlî şer bû. Niha jî cihê xwe di Pêngava Dêra Zorê de digire. Xwînda dibêje, her şer zehmetiyeke xwe heye û wiha dewam dike: "Şerê ku herî zêde zorî da min, şerê Efrînê bû. Ji ber ku li wê derê şer di nava şert û mercên wekhev de pêk nehat. Balafirên keşfê û yên şer timî li ser serê me digeriyan. Mesela, şervanên din jî psîkolojiya xwe li gorî şerê bejahî amade dike, lê li Efrînê diviyabû mirov di heman demê de xwe ji êrîşên hewayî jî biparasta."

WEZÎFEYA HERÎ GIRAN

Li ser wezîfeya xwe ya herî giran Xwînda qala bîranîneke xwe kir: "Li cihekî Efrînê devera em lê bûn eşkere bû û dewleta Tirk bi obusan li herêmê da. Em çar heval bûn û her çar jî birîndar bûn. Birîna min sivik bû, lê fermandarê me yê eniyê Artêş Gever bi giranî birîndar bûbû. Min bi zorê xwe gihand wesayitê û her sê heval li wesayitê siwar kir. Birîna hevalê Artêş gelekî giran bû, lê tevî wê jî hewl dida moralê bide min. Em ji navçeyê derketin û min heta Efrînê wesayit ajot. Tenê tiştek di hişê min de hebû; wan hevalan tavilê bigihînim nexweşxaneyê. Min ew gihand nexweşxaneyê, lê heval şehîd bû. Niha jî dema ew heval tê bîra min, kelecanî dibim, rondik ji çavan dibarin."