Şervanên QSD'ê zêdeyî du hezar kesên din ji Baxozê derxistin

Çete û malbatên wan jî di nav de zêdeyî 2 hezar kesên din ji aliyê şervanên QSD'ê ve ji gundê Baxozê hatin derxistin.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku li cihekî biçûk ê gundê Baxozê asê mane, sivîlan ji bo xwe weke mertalên zindî bi kar tînin. Sivîlên ku ji korîdorên ewlekariyê yên QSD'ê tên rizgarkirin li herêmên ewle tên bicihkirin.

Şervanên QSD'ê doh jî zêdeyî 2 hezar kes ji Baxozê derxistin û birin herêmên ewle. Di nava kesên hatin derxistin de çeteyên DAÎŞ'ê yên xwe teslîm kirin û malbatên wan jî hene.

Sivîlên bi 25 qeymonan ji gund hatin derxistin, li herêmên ewle hatin bicihkirin. Ji bo veguhastina sivîlan 20 qemyonên din ber bi herêmê ve hatin şandin.