'Bi ruhê Leylayan em ê komploya li ser Bakurê Sûriyeyê têk bibin'

Endama Rêveberiya PYD'ê ya Kobanê Eyşe Efendî bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê û diyar kir, wê bi ruhê Leyla Guven, Avesta û Barînan komploya li ser Bakurê Sûriyeyê têk bibin.

Endama Rêveberiya PYD'ê ya Kobanê Eyşe Efendî berxwedêrên greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven di çalakiya greva birçîbûnê de ne silav kir û serketin ji hemûyan re xwest.

Efendî bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li pêşberî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê û got, "Em cîhana bêwijdan şermezar dikin. Li pêşberî grevên birçîbûnê dinyayê heta niha xwe li ker, kor û laliyê daniye. Bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ku qaşo xwe weke saziyeke serbixwe nîşan dide, em dibînin ku ketine bin bandora dewleta Tirk û DAÎŞ'ê."

Eyşe Efendî diyar kir, berxwedana greva birçîbûnê bi rengekî bêhampa ku li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin dewam dike û got, "Bi bedena xwe û bi ruhê xwe ji bo aştiyê li ber xwe didin. Dixwazin tecrîdkirina mirovahiyê û dengê azadiyê bi dawî bikin."

Efendî destnîşan kir, divê Kurd baweriya xwe bi xwe bînin û diyar kir, dewletên dinyayê hemû dixwazin ji bo berjewendiyên xwe Kurdan bi kar bînin, lewma pêwîste baweriya Kurdan tenê bi xwe hebe.

'EM Ê BI RUHÊ LEYLA GUVEN LI SER XETA RÊBER APO TEVBIGERIN'

Di dewama axaftina xwe de Eyşe Efendî got, "Eger bê xwestin, em ê yek bi yek li pey Leyla Guven bisekinin, bi ruhê Leyla Guven em ê li ser xeta Rêber Apo tevbigerin. Dayikên Kurd ji bo serketinê biryar dane. Çawa ku dayikeke li Bakurê Kurdistanê got, 'ez Kurd im, serbilind im, narevim', çawa ku dayikeke Efrînê got, 'ez dikarim bê zarok bijîm, lê bê welat na', dayikan biryara serketinê dane. Bi vê biryarê zarokên xwe dikin qurbaniyên welat. Ev ne biryara siyasetmedaran e, ne biryara hikumetan e. Ji ber vê yekê jinên Kurd li dinyayê deng vedan."

'EM Ê BI RUHÊ LEYLA GUVEN, AVESTA Û BARÎNAN KOMPLOYA LI SER BAKURÊ SÛRIYEYÊ TÊK BIBIN'

Efendî da xuyakirin ku Erdogan û DAÎŞ li dijî mirovahiyê ne, lewma li ber projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radibin û got, "Erdogan û terorîstên wî ji bo gelê Kurd tine bikin bi dehan sal in li ser projeyên tinekirinê dixebitin. Bi vê armancê di dema êrîşa dijî Efrînê de di nava saetekê de 72 balafirên şer rakir. Êrîşa li ser Efrînê beşek ji komploya navneteweyî ya li ser Serokatî ye. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê biryar dabû ku berê xwe bide Kobanê, Girê Spî, herêma Cizîrê û xwe bigihîne sînorê Iraqê. Em jî dibêjin, çawa ku Rêber Apo komploya navneteweyî têk bir, em ê jî komploya li ser Efrînê û tevahiya Bakurê Sûriyeyê têk bibin. Tirkiye, Îran, Rûsya, Emerîka û Sûriye dinerin bê gelê Kurd wê çawa li ber xwe bide. Ez dibêjim, 'Em ê bi ruhê Leyla Guven, Avesta û Barînan li ber xwe bidin."
 
'PROJEYA ME PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'

Endama Rêveberiya PYD'ê ya Kobanê Eyşe Efendî di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku DAÎŞ îro têk çûbe jî bi dawî nebûye û got, "Projeya ku em pê dimeşin projeya neteweya demokratîk e. Ji axaftinê zêdetir em di pratîkê de pêk tînin. Dibe ku di nava çend rojan de têkçûna DAÎŞ'ê bê ragihandin. Lê em zanin ku gelek çeteyên DAÎŞ'ê reviyane gelek welatan û xwe veşartine. Her wiha em zanin ku navenda wan a sereke jî li Lîbyayê ye."

'BILA PÊKHATE HEMÛ PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK XURT BIKIN'

Eyşe Efendî bang li Kurdan û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê hemûyan kir, bi taybetî jî jinên Kurd ku projeya neteweya demokratîk xurtir bikin û got, "Rast e, Serokatî ji aliyê fîzîkî ve ji me dûr e. Lê belê fikir û felsefeya Serokatî bi me re ye û di hişê me de ye."