Fermandarê QSD’ê diyar kir ku piştî derxsitina sivîlan ji gundê Baxozê hêzên wan qonaxa dawî ya rizgarkirina Baxozê dane destpê kirin. Fermandar diyar kir ku bi rizgarkirina Baxozê re tevahî Bakur û Rojhhilatê Sûriyeyê di aliyê leşkerî de ji çeteyên DAÎŞ’ê were rizgar kirin.
QSD’ê di rojên dawî de bi hezaran sivîl û malbatên çeteyan ji Baxozê derxsitin û li herêmên ewle bicih kir. Li aliyê din bi sedan çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî QSD’ê kirin.
Li gorî sivîlên ku hatine rizgarkirin, çeteyên ku li Baxozê teslîm nebûne piraniya xwe welatiyên Iraq, Fransa, Pakistan, Ozbekistan, Misir û Erebîstana Siûdî ne û fermandarên asta bilind ên DAÎŞ’ê ne.