Cenazeyê 3 şehîdan li Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên Ceyş El-Swar û xebatkarên Meclîsa Rêveber a Minbicê li Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên Ceyş El-Siwar Hûsam Abdullah El-Cûma û Mihemed Sidêr ên ku dema ji Pêngava Bagera Cizîrê vedigeriyan di encama qezayeke trafîkê de û cenazeyê Mihemed Subhî Zerzûr ê ajokar li Meclîsa Rêveber a Minbicê dixebitî û di encama teqîna mayînekê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin.

Girseya gel ku alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Ceyş El-Siwar û Tûgeya Şemal Demokratî hilda bûn, cenazeyê hersê şehîdan ji Nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Minbicê ve ketin. Girseyê dirûşmeyên "Şehîd Namirin" berz dikin.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Li vir deqeyeke rêz hate girtin û merasîma leşkerî pêk hat.

Piştre li ser navê Fermandariya Ceyş El-Siwar, cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed Sultan "Ebû Erac" sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Ji giyan tiştek buhatir nîne, lê şehîdan ji bo rizgarkirina Sûriyê ji terora DAIŞ‘ê giyanê xwe dam."

Ebû Erac teqez kir ku wekî hêzên leşkerî ew amade ne şehîdan bidin heta tevahî Sûriyê ji çete û dagirkeran rizgar bikin û ev tişt anî ziman: "Ev e vîna me, bila her kes bizanibe ku baweriya me ji terorê û planên dagikeran ên li ser welatê me bihêztir e. Di şerê li dijî terorê de xwîna ciwanên hemû pêkhateyên Sûriyê tevlîhev bû û bi serkeftinan bi encam bû."

Li ser navê Tûgeya Şemal Demokratîk, berdevkê fermî yê tûgeyê Mehmûd Hebîb sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: " Şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelan tevlî tevgera şoreşgerî bûn û ji bo vî gelî û vî welatî canê feda kirin."

Di berdewama merasîmê de bi navê Tûgeya Siwar Idlib, berdevkê tûgeyê Mehmûd Ebû Xalid axivî û soza şopandina rêya şehîdan û rizgarkirina tevahî Sûriyê ji dagirkeran da.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Mehmûd El-Îdo, şehîd bi mişleya azadiyê bi nav kir û got ew bi şehîdan serbilind in.

Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê endama Dîwana Meclisa Zagonsaz Ezab El-Ebûd jî axivî û got: "Şehîd sax in ti carî namirin, kenê li ser rûyê şehîdan berxwedana gelê me vedibêje. Ne ji xwîna şehîdan baya azadî û edaleta civakî li bajarê me pêk nedihat.

Meclîsa Malbatên şehîdan nasnameyê hersê şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin. Her wiha nasnameya şervanê Ceyş El-Siwar Ehmed Merîdî ku beriya demekê bi hevalekî xwe re di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû hat eşkerekirin.

Girse cenazeyê hersê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan veşartin.