Îranê daxwaz kir ku demildest Neteweyên Yekbûyî kom bibe
Nûneriya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re şand û xwest ku li dijî êrîşên Îsraîlê demildest kom bibe.
Nûneriya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re şand û xwest ku li dijî êrîşên Îsraîlê demildest kom bibe.
Nûneriya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê êrîşên Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerê û binesaziyên sivîl ên li Îranê, şermezar kir û bi nameyeke ku ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandî, xwest ku Konsey li dijî êrîşên Îsraîlê demildest kom bibe.
Hat diyarkirin ku êrîşên dawî yên Îsraîlê bi eşkere binpêkirina Peymana NY’ê û li dijî pîvanên esas ên hiqûqa navneteweyî ye û ji bo aştiya herêmî û kûreyî gefeke cidî çêdike. Hat destnîşankirin ku êrîşa li ser tesîsên nukleer wê rê li ber karesateke radyolojik veke. Hat gotin ku ev êrîş di heman demê de zirarê dide wezîfeya Rejîma Pêşîgirtina li Belavbûna Çekên Nukleer (NPT) û UAEA’yê.
Di nameyê de êrîşên li Tehranê li dijî leşkerên payebilind û zanyarên nukleerê weke “terorîzma bi piştgiriya dewletê” hate binavkirin û hate destnîşankirin ku Serokwezîrê Îsraîlê berpirsyariya van êrîşan bi eşkere girt ser xwe û ev yek îtîrafa sûcekî navneteweyî ye.
Hat diyarkirin ku Îran li gorî maddeya 51’an a Peymana NY’ê xwedî mafê bersivdayînê ye û wê li gorî êrîşan bersiveke teqez bide.
Di nameyê de bang li Konseya Ewlekariyê û Sekreteriya Giştî ya NY’ê hate kirin ku gavên lezgîn bavêjin, Îsraîlê berpirsyar bigirin û civîneke lezgîn hate xwestin.