Berdevka YPJ'ê: Em ê Efrînê jî weke Şengalê azad bikin!

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Evdile, got, çend roj mane ku parçeyê dawî yê xaka di dest DAÎŞ'ê de were rizgarkirin. Evdile diyar kir, wan bi sedan jinên Êzîdî azad kirine û soz didin, ''Efrînê jî mîna Şengalê azad bikin''.

Çend roj mane ku Pêngava Bagera Cizîrê ya li gundê Baxozê bi temamî ji çeteyan paqij bike û xaka dawî ya di dest DAÎŞ'ê de were azadkirin.

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Evdile ji ANF'ê re axivî û got bê ka li dijî DAÎŞ'ê li Şengalê û Bakurê Sûriyê bi motîvasyoneke çawa şer kirine, çawa bi sedan jin û zarokên Êzîdî ji dest DAÎŞ'ê rizgar kirine û hedefa dîtina jinên Êzîdî yên winda vegot.

Evdile got ti cihêtî di nabeyna kirinên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê de tine û got, ''Bi vê çarçoweyê em soz didin gelê xwe ku Efrînê jî mîna Şengalê azad bikin. Em ê DAÎŞ'ê ya li Efrînê jî biqedînin û jinên wir azad bikin. Pratîka me nîşan daye ku em xwedî soza xwe ne.''

'ME JI BO ŞENGALÊ HEMÛ DERFETÊN XWE ŞIXULANDIN'

Evdile bal kişande ser êrîşa DAÎŞ'ê ya 2014'an a li ser Şengalê, diyar kir ,piştî ku pêşmergeyan dema êrîşê berevanî li Êzîdiyan nekirine komkujiya li Şengalê bûye, bal kişande ser ku jin, zarok, yixtiyar bi hezaran  Êzîdî dîl hatine girtin û wiha axivî:

''Dema ku van êrîşan dest pê kirî me YPG-YPJ'ê xeteke parastinê danî. Ji ber ku êrîşa li ser herêma me jî hebû. Me hem li dijî DAÎŞ'ê û hem jî li dijî komên Nusra yên terorîst şer dikir. Helbet ji ber ku li herêma me rewş ev bû, ev nedihate wê maneya ku em ê berevaniyê li gelê xwe yê Şengalê nekin, an jî li bara gelê Şengalê peywira xwe bi cih neyînin. Bi hezaran şervanên YPG-YPJ'ê berê xwe dane Şengalê û berevanî li gelê Şengalê kirin.''

'ME NIKARÎBÛ VÊ NIZMIYA DAÎŞ'Ê QEBÛL BIKIN'

Evdile diyar kir DAÎŞ'ê hema hema hemû mêrên Êzîdi yên ku dîl hatibû girtin qetil kirine, beşek ji jinan qetil kirine û jinên ku hêsîr kirine jî revandine Sûriyê û Iraqê deverên ku di bin serweriya wan de bûne.

Evdile wiha domand: ''Hemû gavên dij mirovî li dijî hêsîran kirin. Jin li bazarên koleyan firotin. Zor li wan kirin ku bibin misilman. Zarokên Êzîdî asîmîle kirin, zor li wan kirin ku wan bikin cîhad û bikin dijminê civaka xwe.

Ev rewş jî bi kêmanî bi qasî komkujiyên ku hatine kirin giran e. Ji bo ku zarokan li civaka xwe bikin dijmin her cure gavên hovîtî û bi nizmiyê kirin. Me hêzên YPG- YPJ'ê nedikarî vê komkujiya li Şengalê qebûl bikin. Me nikarîbû vê nizmiya DAÎŞ'ê qebûl bikin û bê çalakî bimînin.

'BI HER GAVA XWE ME RIZGARKIRINA JINÊN ÊZÎDÎ DA BER XWE'

Evdile got her demê wan ji jinên Êzîdî û civaka Êzîdî re gotine ew ê bi qedandina DAÎŞ'ê tola wan hilînin, hêsîran azad bikin û domand:

''Ji bo fermana li Şengalê çawa ku dema pêşî ya komkujiyê me peywira xwe bi cih anîbe, her wiha bi biryardarî ji bo azadiya gel û Şengalê jî her demê me têkoşîna xwe domand:

''Di her gavê de, di her  pêngavê de armanca me ew bû, li kûderê jineke Êzîdî hebe em wê azad bikin. Di encamê de bi sedan jin, zarok û ciwanên Êzîdî hatin azadkirin. Ji hêla dî ve jî jibo azadkirina Şengalê tişta ku ji dest me hat me kir û ji bo azadbûna Şengalê em bûne xwedî rol û mîsyoneke mezin. Ev soza me ya li civak û jinên Êzîdî bû, gav bi hav pêkanîna vê deynê rûmetê bû.''

'KEDA LI XWEPARASTINA WAN JI BO ME PEYWIREKE WIJDANÎ BÛ'

Evdile her wiha got ji bo ku gelê Şengalê û jinên Şengalê bikaribin berevaniya xwe bikin perwerdehî, rêxistinî û desteka lojîstîk dane wan û domand, ''Bi qasî ku bikaribin rêxistiniya xwe bikin, berevaniyê lixwe bikin û herêma xwe biparêzin em li cem wan man. Li vir armanc peywira me ya wijdanî û sincî ya li bara jinan bû.

Me pê dizanîbû diviya civaka Êzîdî ji bo berevaniyê ne hewceyî kesî bin, heke civaka Êzîdî û jinên wê bikarîbûna berevaniyê li xwe bikin, belkî komkujî û trajediyeke ev çend mezin çênedibû. Ji bo vê jî me ji bo xwe mîna peywirekê dît ku ew bikaribin parastina xwe bikin. Em şanaz in ku di avabûna YBŞ-YJŞ'ê de keda me heye. Nexasim dema ku rêxistina pêşî ya parastina jinên Êzîdî YJŞ'ê bi xwe bawer bû ku li dijî DAÎŞ'ê şer kir, vê moraleke mezin da me û bi hêza vê moralê me şer kir.''

'TÎMÊN ME YÊN ANTÎTERORÊ BAŞ XEBITÎN'

Evdille wiha behsê kir bê ka jinên Êzîdî yên di dest  DAÎŞ'ê de çawa hatine rizgarkirin:

''Di pêngava me ya dijî DAÎŞ'ê de yek ji hedefa me ya sereke ew bû ku em jinên Êzîdî yên di dest DAÎŞ'ê de rizgar bikin. Hêzên me yên ku ev ji bo ku kiribûn yek ji armanca sereke, bi sedan jin û zarokên Êzîdî rizgar kirin. Tîmên me yên antîterorê di vê xalê de çalakî dikirin, hem gel û hem jî jinên Êzîdî bi rengekî bi koordîne dihatin rizgarkirin.

Helbet rêbazên me yên din hebûn ji bo ku me xwe bigihanda van jinan. Ev jî bi rengekî xef, bi putepêdanî dihate kirin, bêyî ku ziyan bigihije mirovên me em wan û mirovên xwe xilas bikin.

'ME BI SEDAN JIN RIZGAR KIRIN'

Evdile diyar kir, wan, jinên Êzîdî ku rizgar dikirin dibirin teslîmî Konseya Jinan a Kantona Qamişo ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk dikirin, da ku wan jinan bigihînin malbatên wan û Şengalê, rayedarên Mala Êzîdiyan piştî pêvajoyekê tevlî vê xebatê bûne û Konseya Jinan jî ji hêla tendiristî û psîkolojîk ve  destek dide wan û wan dibine Meclîsa Sivîl a Şengalê û Meclîsa Sivîl a Şengalê piştî lêkolînên hewce dikir ew digihanin mirovên wan.

Evdile diyar kir niha jî xebateteke fermî dikin, jin û zarokên Êzîdî têne rizgarkirin, her roj ev hijmar zêdetir dibe, hijmara dawî ya niha nizanin lê di dest wan de sicîla ji 400'î zêdetir mirovên rizgarkirî hene û ji van 330 jê jin in. Eviler her wiha got li gorî agahiyên ber estê wan di van 15 rojên dawî de nêzî 700 jin û zarokên Êzîdî ji hêla YPJ'ê ve hatine rizgarkirin.

'HER KU ME JINEK AZAD DIKIR HÊRSA ME ZÊDETIR DIBE'

Evdiler her wiha got piştî ku her jin û zarokek azad  dikirin hêza wan zêdetir dibû û domand, ''Ji ber ku di şexsê Êzîdiyan de ya ku dihate jiyîn trajediyek bû, pira giran bû û şerma mirovahiyê bû. Dema ku me her jineke Êzîdî rizgar dikir, wek ku dîsa me Şengal azad dikir. Bi vê çarçoweyê em têdikoşiyan. Bi vê nêzîkatî û berpirsyariyê her demê em ê berevaniyê li jinan bikin. Em ê wiha nêzîkatî li têkoşîna xwe bikin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.''

'ME BIHÎST KU HIN JIN BIRINE EZAZÊ'

Evdile got bi texmînî hê jî aqûbeta 2500-3000 jinên Êzîdî yên di dest DAÎŞ'ê de ne diyar e û got, 'Hê hijmar bi temamî ne zelal e. Hin jin hatin qetilkirin. Lê li gor me nêzî 2500 jin hê jî di dest DAÎŞ'ê û hevkarên wan de ne. Hê jî pêngav didome û li Baxozê hê jî sivîl hene. Em dibêjin di nav wan de jin û zarokên Êzîdî hene. Jixwe hema hema her roj mirovên me yên Êzîdî têne rizgarkirin. Hate ber guhê me ku hin jê firotine  Tirkiyê û welatên din û hin jê birine Ezazê. Em xebatên xwe yên li ser vê didomînin. Hedafa me ew e ku em wan jinan jî rizgar bikin. Em ji bo azadiya jinê û civakê dixebitin û şer dikin. Bi hêrza gelê me yê Êzîdî ku bi dehan caran ev trajedî jiyaye ev têkoşîna me wê bidome.''

'EM Ê DAÎŞ'A LI EFRÎNÊ JÎ BIQEDÎNIN'

Nesrîn Evdile got çend roj mane ku xaka dawî ya di dest DAÎŞ'ê de were azadkirin û got, ''Ev ê mizgîniya me ya herî mezin be ji bo jinên Êzîdî û civaka Êzîdî. Lê DAÎŞ û hişmendiya  DAÎŞ'ê niha li Efrînê ye. Dewleta Tirk çawa ku rêxistiniya DAÎŞ'ê kiribe û ew mezin kiribe  niha li Efrînê jî zilmê li jinên Efrînê û jinên penaber dike.

DAÎŞ'ê çawa ku tecawiz li jinan kiribe, hevser û zarokên wan qetil kiribe, dewleta Tirk a dagirker jî û çeteyên wê li  Efrînê eynî tiştî dikin. DAÎŞ'ê çawa ku çarşef li jinan kiribe û ew di malê de asê kiribin, dewleta Tirk jî li Efrînê wê dike. Yekê jê jin ji xaka wan revand, êşkence li wan kir, komkujî li wan kir, tecawizî wan kir, çarşef li wna kir. Ya dî, ango dewleta Tirk jî bajarê jinan Efrîn dagir kir, li dijî jinan eynî tiştên bi nizmî kir. Çi cihêtiya wan ji hev heye? DAÎŞ jî û dewleta Tirk jî û çeteyên wê jî hov in, dijminê jinan in.

Her wiha em dizanin ku dewleta Tirk DAÎŞ ji bo tevgera dagirker a li ser Efrînê û piştî wê jî bi kar aniye. Bi vê çarçoweyê sozê didine hemû gelê xwe ku em ê Efrînê jî mîna Şengalê azad bikin. Em ê DAÎŞ'a li Efrînê jî biqedînin û jinên li wir azad bikin. Pratîka me nîşan daye ku em xwediyê soza xwe ne.''