Ji bo girtiyên li Herêma Federal a Kurdistanê daxuyanî hat dayîn
Amed TUAY-DER, OHD, ÎHD’ê û Baroya Amedê ji bo girtiyên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne û li Herêma Federal a Kurdistanê tên ragirtin hat xwestin ku agahî derbarê wan de bê dayîn.
Amed TUAY-DER, OHD, ÎHD’ê û Baroya Amedê ji bo girtiyên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne û li Herêma Federal a Kurdistanê tên ragirtin hat xwestin ku agahî derbarê wan de bê dayîn.
Komaleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û Baroya Amedê, ji bo girtiyên ku hemwelatiyên Tirk in û li girtîgehên Herêma Federal a Kurdistanê tên ragirtin daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê OHD’ê ya Şaxa Amedê Muhîttîn Muguç ve hate dayîn.
Muhîttîn Muguç, diyar kir ku gelek malbatan ji bo wergirtina agahî ji xizmên xwe yên ku demek dirêj e ji wan agahî nagirin, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dane. Muguç, anî ziman ku di serlêdanên malbatan de li ser mijarên wekî gelo xizmên wan ên girtî dijîn an na, eger di girtîgehê de bin bi çi sûcdariyan hatine girtin, gelo mafê wan ê darizandinek adil hatiye parastin an na û şert û mercên girtîgehê çawa ne, agahî hatine xwestin.
Muguç, anî ziman ku nameya berfireh a agahdarkirinê ya ji bo serlêdanan hatiye amadekirin wê bi Wezareta Edaletê ya Herêma Federal a Kurdistanê re bê parvekirin.