Li Efrîn û Babê 4 çeteyên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên 27-28’ê Sibatê de yên li navçeyên Şera û Raco yên Efrîn û Babê ya li dijî çeteyên dagirker ên dewleta Tirk hatin, 4 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku çalakiyên şervanên wan ên li dijî çete û leşkerên artêşa Tirk ên li Efrîn û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê bi cih bûne dewam dikin.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“27’ê Sibatê şervanên me li ser rêya di navbera gundê Sînka û navçeya Şera de li dijî kombûneke çeteyên bi navê Sultan Murad çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navê Mustafa Ebu Eyhem û Usama Çelo bi giranî birîndar bûn.

28’ê Sibatê şervanên me li dijî baregehek koma çete ya bi navê Firqa Tes’a li navçeya Raco çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

28’ê Sibatê şervanên me li dijî wesayîteke leşkerî ku endamên koma çete ya bi navê Ehrar El Şam têde bûn li ser rêya gundê Tîlal El Inib ya girêdayî herêma Babê çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de seyare hate rûxandin û 3 çete hatin kuştin.”