Rûyên wan wekî ewrên bêbaran tirş bûn

Pêşveçûna şervanên QSD’ê di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de didome. Şervanên QSD’ê rojane bi dehan sivîl rizgar kirin û her roj çete xwe radest dikin.

Rojane çeteyên DAÎŞ'ê xwe radestî hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin. Ji nava 1500 kesî 500 jê çeteyên DAÎŞ bûn. Tîmên taybet ên şervanên QSD'ê bi kamyonan ew anîn rojhilatê Baxozê. Piranî wan xwe dikulandin yan jî birîndar bûn. Kêm ji wan bi Erebî dizanîbûn. Siltan Şemerî endamekî DAÎŞ’ê ye û ji Siûdiyê ye. Ev 5 sal in di nava DAÎŞ’ê de ye. Şemerî ji kamereya ANF’ê re axivî û got; “Rewşa li Baxozê xirab e, dorpêç kiriye û ew ên derneketine, ji ji bo şer bikin li wir mane.”

Endamekî din ji Qezaxiztanê got navê wî Huseyên Buxarî ye, dema ku me rewşa Baxoz û DAÎŞ'ê jê pirsî got "Ez Erebî nizam, ez ecemîme". Li gorî çavdêriya me ye, di nav DAÎŞ de dema ku nexwazin bersivê bidin ziman dikin hicet. Rûyê endaman çeteyan wekî ewrên bêbaran bûn, ewqas tirş û ne xweş xuya dikirin.

Jixwe ji her derê cihanê di nav DAÎŞ'ê de hene. Sê endamên ku bi me re axivîn her yek ji dewleteke dûr bû. Li gorî endamên çeteyan gotî, endamên çete yên ji Sûrî û Iraqê êdî her diçe di nav DAÎŞ'ê de, di Baxoz de kêm mane.

Endamekî din ê DAÎŞ'ê, ku jê ve xuya bû pir tehebî ye, got ew 6 sal in di nav DAÎŞ'ê de û ji Bosna Hersekê ye.

Malbatên DAÎŞ'iyan jî digotin ew ên niha lii Baxoz mane, ji bo şer mane.

Fermandarên QSD'ê yên herêmê jî ji me re teqez kirin ku bes ew zanibin ku sivîl nemane, êdî ew ê qonaxa dawî ya qedandina DAÎŞ'ê li Baxozê bidin destpêkirin û çend rojên pêş wê qonaxa dawî dest pê bike.