Ji Hecînê 42 hezar penaber gihîştin Holê

Kapasîteya Kampa Holê 40 hezar e, lê nifûsa wê niha gihîştiye 51 hezarî. Rayedaran diyar kirin, bi Pêngava Bagera Cizîrê re nêzî 42 hezar penaber û 3500 malbatên çeteyan ji Hecînê gihîştine Kampa Holê û banga alîkariyê li saziyên navneteweyî kirin.

Kampa Holê ya li Bakurê Sûriyeyê, ji bo mirovên ji herêmên cuda yên Sûriye û Iraqê ji şer reviyane hatiye avakirin. Kapasîteya xwe 40 hezar kes jî be, hejmara mirovên niha li kampê ne gihîştiye 51 hezarî. Kampa Holê li ser sînorê Sûriye-Iraqê ye. Kamp hatibe berfirehkirin jî, ji aliyê peydakirina pêwîstiyên jiyanî ve derfet kêm in. Tevî vê yekê jî hejmara penaberên xwe li kampê digirin her zêde dibe.

Piştî ku beşeke mezin a gundê Baxozê yê herêma Hecînê ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate rizgarkirin, hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê jî li kampa Holê hatin bicihkirin û li beşeke ku ji bo wan hatiye veqetandin dimînin.

Hevseroka Rêveberiya Kampên Kantona Hesekê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Macîde Emîn diyar kir ku timî mirovên nû tên, lewma ew nikarin hejmara dawî tespît bikin. Emîn anî ziman, heta niha zêdeyî 2100 jinên ji 49 welatên cuda cihê xwe di nava sîstema DAÎŞ'ê de girtine tevî zarokên xwe li kampê mîna penaberên din dimînin.

Emîn ragihand, li gel alîkariya hin saziyên navneteweyî û Heyva Sor jî, li kampê pirsgirêkên stargeh, xwarin, vexwarin û tenduristiyê zêde ne û got, bi navê rêveberiya xweseriya demokratîk ew dixwazin şert û mercên jiyanê yên însanî baştir bikin, lê hêza wan têrê nake û ji bo alîkariyê bang kir.

HEJMAR GIHÎŞTIYE 51 HEZARÎ

Li ser kapasîteya kampê Emîn got, "Destpêkê gava ku şerê Mûsilê dest pê kir penaberên Iraqî hatin. Hejmara mirovên li kampê derketibû ser 30 hezar kesî. Piştî ku rewşa li Iraqê baş bû, piraniya wan vegeriyan. Lê belê nêzî 7 hezar penaberên Iraqî û 2500 penaberên Sûriyeyî li kampê man. Piştî ku Pêngava Hecînê dest pê kir, nêzî 42 hezar mirovên din hatin vê kampê. hejmara mirovên li kampê niha 51 hezar derbas kiriye.

Li kampê 5 beş hene û li qadeke ji 8 kîlometreyî hatiye avakirin. Kapasîteya xwe herî zêde 40 hezar e. Me beşa 6'emîn jî vekir. Ev beş bi 3 kîlometreyan berfireh e. Nêzî 10-12 hezar penaber li vê beşê stirîn."

MALBATÊN DAÎŞ'Ê LI BEŞEKE CUDA DIMÎNIN

Emîn ragihand, ji dawiya Pêngava Reqayê û destpêka Pêngava Dêra Zorê ve hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê li vê kampê tên bicihkirin û got, "Ji ber ku li kampa Rojê cih nema, me li kampa Holê ji bo malbatên çeteyên DAÎŞ'ê cih vekir. Destpêkê hejmara wan gelekî kêm bû, lê piştî ku Pêngava Hecînê dest pê kir hejmar gelekî zêde bû.

Cihê malbatên DAÎŞ'ê yê li kampê cuda ye. Em wan bi penaberan re li heman cihî nahêlin. Ji ber ku ew û penaber li hev nakin. Ji bo zextê li penaberên din nekin, me ew li cihekî din bi cih kirin.

Ji aliyê alîkariya însanî, pêwîstî, tenduristî û her mijarê ve em çawa nêzî mirovên din ên li kampê dibin, bi wî rengî nêzî malbatên DAÎŞ'ê jî dibin."

REJÎM BI ZANEBÛN PIRSGIRÊKAN DERDIXÎNE

Emîn bal kişand ser pirsgirêkên li pêşiya wan û got, "Bi rastî jî em gelekî zehmetiyan dikişînin. Hejmara penaberan di ser hêza me re ye. Pêwîstî bi kon, nivîn, xwara rojane û avê heye. Ji saziyên bingehîn ên di mijara kampan de alîkariyê dide Rêveberiya Xweseriya Demokratîk UNCR e. Kon û ji bo razanê nivînan dide gel. Rêxistina alîkariyê Bloment jî di mijara pêwîstiyên rojane de alîkariyê dide. Lê belê ji ber ku destûrnameyê ji rejîmê digirin, zehmetî derdikeve. Rejîm carna bi zanebûn bi derengî destûrê dide. Meha 12'an dema ku pêngavê dest pê kir, di navbera saziyên alîkariyê û rejîmê de pirsgirêk derket. Wê demê me gelekî zehmetî kişand. Gel li konên mezin, li cihên saziyên alîkariyê û li dibistanên kampê ma. Piştre pirsgirêk çareser bû û hinekî alîkarî hat."

ALÎKARÎ TÊRA XWE NAYÊN

Emîn got li gel ku hin saziyên Kurd û navnetewî yên alîkariyê dixebitin jî hê jî alîkariya ku tê, kêm e û domand, ''Hê jî pir zehmetî li me dibe, alîkarî kêm e. Saziyên alîkariyê nikarin konên biçûk bidin. Ji bo vê jî di komên mezin de bi hev re dijîn. Kon dîsa kêm n. Di mijara tendiristiyê de saziya sereke ku xebatan dike Heyva Sor e. Barê vê saziyê jî têra xwe giran e. Saziyên din ên alîkariyê zêde alîkariyê nakin. Li kampê zarok, jin û yixtiyar hene û gelek nexweş jî di nav wan de hene. Di vê mijarê de zor li me dibe. Li kampekê ku 51 hezar mirov lê dimînin, xizmeta tendiristiyê yenê li ser Heyva Sor maye.''

ROJÊ 20 HEZAR GILÊŞ TÊ RAKIRIN LÊ..

Li kampa Holê rojane li gel ku bi 5 traktoran 20 hezar ton gilêş tê rakirin jî dema ku li kampê digerin hê jî gilêş tê dîtin û ev di kamerayan de xuya dike. Dema ku me ev ji Macîde Emîn pirsî got: 

''Rojane bi 5 trakoteran gilêş tê derxistin. Dîsa jî ev traktor tTêrê nakin. Ji ber ku şêniyên kampê di mijara paqijiyê de ne zêde baldar in. Guhê xwe nadin paqijiyê. Ev mijar zorê li me dike.

Ji saziyan li ser vê mijarê me alîkarî xwest. Me xwest ku komekê derxînin û li ser mijara paqijiyê bi şêniyên kampê re biaxivin.

KOMUN Û XWARINXANE

Li kampa Holê tim bi tangan ji deverên dûr avê tînin. Van demên dawî li Hecînê xwarinxaneyek hatiye çêkirin. Li vê xwarinxaneyê ji bo penaberên ku nû hatine xwarin tê çêkirin.

Ev xwarinxane têra 51 hezar penaber nakin. Ji bo vê jî, penaberên din li kampa ku ji 24-25 malbat bi rengê komunê hatine rêxistin û li 2 xwarinxaneyan xwarin tê pijandin. Xwarinxane ji ber şertên heyî kêm in.

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Emîn her wiha got rojê 600 metrekûp av tê kampê, ava ji bo vexwarinê û lêzimiyan cuda tê, rojane her kesekî 15 lître av li wan dikeve, ev têrê nake, ber bi havînê ve diçin û xwest ku saziyên alîkariyê bi wan re alîkar bin.

Macîde Emîn dawiya axaftina xwe bang li saziyên navnetewî kir û got, ''Mirovên li vir ji ber şertên dijwar reviyane û bûne penaber. Em rêveberiya demokratîk a xweser dixwazin baştir bikin lê hêza me têrê nake. Saziyên alîkariyê divê zêdetir destekê bidin.''