ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Atêşa Tirk Til Rifat dide ber topan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifat a Şehbayê bi dijwarî dide ber topan. -
'Di operasyonên li dijî şaneyên veşartî de 42 DAÎŞ‘î hatin girtin'
QSD‘ê eragihand ku di çarçoveya operasyonên hêzên wan li dijî şaneyên veşartî de 42 DAÎŞ‘î hatin kirin û dirêjahiya 180 km û ferehiya 80 km hat paqijkirin. -
Cenazeyê Şehîd Îbo hate veşartin
Cenazeyê Şehîd Îbo Kobanê (Îbrahîm Elo) li Şehîdgeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Dirbêsiyê bi merasîmekê hate veşartin. -
Nasnameya 12 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
YPG’ê bi daxuyaniyekê 12 şehîdên xwe yên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi rêzdarî bibîr anîn. -
Artêşa Tirk êrîşî gundê Endeqnê yê Şehbayê dike
Artêşa Tirk a dagirker bi doşkayan êrîşî gundê Endeqnê yê Şehbayê dikin. -
Di êrîşa li Minbicê de kesek şehîd, 10 kes jî birîndar bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ya li ser êrîşa întixarî ya li bajar pêk hat daxuyanî da, ragihand ku di êrîşê de endameke yê Hêzên Ewlehiya Hudirîn şehîd, 10 kes jî birîndar bûn. -
Di teqîna li Minbicê de kesek mir
Di teqîna li Mibicê pêk hat de kesek mir, 6 kes jî birîndar bûn. -
Şehîdên Ewlekariya Hundir bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê 3 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundir bi tevlîbûna bi sedan kesî li Dêra Zorê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada spartin axê. -
Operasyona QSD’ê ya li dijî şaneyên veşartî: 20 çete hatin girtin
QSD’ê ragihand ku di operasyoneke taybet a şervanên wan ên li bajarok Şihêl û gundewarên Dêra Zor ên li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de 20 çete hatin girtin. -
Mayîneke ya çeteyan li Girê Spî teqiya
Li Girê Spî mayîneke berê ya çeteyên DAÎŞ’ê hatibû çandin, teqiya. Di teqînê de kesek şehîd bû, 4 kes jî birîndar. -
Li Herêma Cizîrê çandinî
Herêma Cizîrê ji bo rakirina beran a li ser zeviyan xwe kar û bar kiriye. -
Hevserokê TEV-DEM'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a çend roj berê nirxand û got, divê Tirkiye destpêkeke nû deyne pêşiya xwe. Hiso got, "Mifteya destpêka nû jî bi Rêber Apo re ye." -
Defne Bayrak a DAÎŞ'î: Dixwazim hin pirsan li Tirkiyeyê bikim
Propagandakara Tirk a DAÎŞ'î Defne Bayrak ku navê wê di belgeyên krîpto yên CIA de derbas dibe, di destê QSD'ê de ye. Bayrak a tevlî DAÎŞ'ê bû, diyar dike ku hin pirsên wê hene ku dixwaze ji Tirkiyeyê bipirse. -
Li Silûkê endamekî DAÎŞ’ê hat girtin
Navenda ragihandin û çapemenî ya QSD’ê ragihand ku li herêma Silûkê endamekî metîrsîdar ê DAÎŞ’ê hatiye girtin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Mehmûd spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD`ê Salih Hamid El-Mehmûd ê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a gundê El-Hikumiye yê Reqayê spartin axê. -
YPG’ê nasnameya 12 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnemaya 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên dem û cihên cuda di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn eşkere kirin. -
Li Efrînê 3 çete hatin kuştin
Li navenda bajarê Efrînê, li dijî nuqteya polîsên leşkerî ya çeteyên dagirker çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. -
Jinên Rojavayî: Dayikên berxwedêr bi tenê nînin
Jinên ku li Qamişloyê tevlî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî dayikan bûn, diyar kirin ku berxwedan wê bidome. -
MLKP Rojava Konferansa xwe ya 1’ê pêk anî
Partiya Marksîst, Lenînîst û Komunîst (MLKP) Rojava di Konferansa xwe ya 1’ê de got: “Em ê şoreşê belavî hemû Sûriye û Rojhilata Navîn bikin. Em ê bi şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê re bikin yek.” -
Dewleta Tirk a dagirker dîroka 300 salî hilweşand
Dewleta Tirk a dagirker ya ku ji bo Efrînê ji Kurdistanê qut bike dîwar lêdikir, dîroka 300 salî hilweşand. -
Malbatên şehîdan bi berxwedêran re ne
Malbatên şehîdan ên li Qamişloyê bal kişandin ser girîngiya çalakiya grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û diyar kirin, ew piştgiriyê didin berxwedêran. -
Şervanên YPG/YPJ’ê: Wê berxwedan tecrîdê bişkîne
Şervanên YPG û YPJ’ê di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedaniya grevên birçîbûnê û berxwedaniya gel ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku wê berxwedan tecrîdê bişkîne. -
Li Mareyê 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku hêzên wan li Mareyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û 3 çeteyên Cebhe El Şamiye kuştine. -
Berdêla xwe giran e, lê rûmeta xwe mezin e
Yek ji sedan Rojavayiyên kete bin bandora Ocalan, Mihyeddîn Hesan e. Tevî zarok, xwişk, bira, xwarzê, birazê û xalên zarokên xwe tevlî şoreşê bû û hem barê giran ê şoreşê rakir hem jî bi wê rûmetê dijî. -
Ulaş Bayraktaroglu li Rojava hat bibîranîn
Şoreşgerê enternasyonalîst Ulaş Bayraktaroglu yê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûyû bi merasîmekê hat bibîranîn.