Dewleta Tirk a dagirker dîroka 300 salî hilweşand

Dewleta Tirk a dagirker ya ku ji bo Efrînê ji Kurdistanê qut bike dîwar lêdikir, dîroka 300 salî hilweşand.

Gundê Cilbir ê li bakurê rojavayê Efrînê ye, bi ser Şerewayê ye û li herêma Çiyayê Lêlûnê ye. Di gund de 90 mal hene û gund 20 kîlometreyan dûrî navendê ye. Li gund a ku dîroka wê xwe dispêre 300 salan, gelek berhemên dîrokî hene. Debara gundiyan li ser zeytûn û zîraaetê ye. Li gund heywan jî tên xwedîkirin. Rêya sereke ya Efrîn û Helebê ji vî gundî derbas dibe. Ji ber vê jî ev gund di cihekî stratejîk de ye.

Dewleta Tirk beriya ku Efrînê dagir bike, gundê Cilbirê jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê hatibû talankirin. Gundiyan jî ji neçarî gund vala kirin û berê xwe dan gundên Şerewayê. Gund bûye herêmeke leşkerî û dewleta Tirk û çeteyên wê li gund in.

Dîwarê ku dewleta Tirk a dagirker ji bo Efrînê ji herêmê qut bike li Efrînê lêdike, beşeke wê ya zêde li gundê Cilbirê ye. Ev dîwar sê metreyan bilind e û tê diyarkirin ku hezar metreyan dirêj e. Li gund heta niha 40, 50 mal hatine hilweşandin û berhemê dîrokî yên bi navê ‘ode’ jî ji binî ve hatine hilweşandin.

HER KES VÊ HILWEŞANDINA LI GUNDÊ CILBIRÊ DIBÎNE

Ethem Mûsa li gundê Cilbirê ji dayîk bûye û heta ku dewleta Tirk gundê wan dagir kiriye li wî gundî dijiya. Dema ku gundê wan hatiye dagirkirin, ji neçarî berê xwe daye Şerewayê. Mûsa diyar dike ku her tiştên li gund ji aliyê dewleta Tirk hatiye hilweşandin û got ku “Gundê Cilbir, bi sedan salan heye. Gundî hemû merivên hev in. Em ji zû ve li wî gundî dijîn. Gundê Cilbir di navbera Efrîn û Helebê de gundekî stratejîk e. Rêya di navbera Efrîn û Helebê ji vê derê derbas dibe. Li gund gelek berhemên dîrokî hene.

Dewleta Tirk a dagirker bi balefir û çekên giran êrîşî Efrînê kir. Em jî ji neçarî ji gund derketin. Piştî ku em ji gund derketin, dozerên dewleta Tirk her roj li gund dixebitin. Xaniyan hildiweşînin û sînoran çêdikin. Heta niha 50 xaniyên li gund hatine hilweşandin. Jixwe tê dîtin, em her roj lê dinihêrin. Li gund 10 xanî nemane.

Li Cilbirê cihê rûniştinê yê dîrokî hebû, me jê re digot ode. Li ser odeyê dîroka Cilbirê hatibû nivîsandin. Dewleta Tirk ew der hilweşand. Armanca wan a sereke hilweşandina dîrokê ye. Dewleta Tirk ew xaniyên dîrokî hilweşand û berhemên wê bir. Di nav dîwaran de tu xanî nemane. Ev tişt li ber çavê hemû kesan tê kirin. Rejîma Sûriyeyê jî, dewletên navneteweyî jî vê dibînin û tu kes dengê xwe ji vî tiştî re nakin.”