Şehîdên Ewlekariya Hundir bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyê 3 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundir bi tevlîbûna bi sedan kesî li Dêra Zorê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada spartin axê.

Cenazeyê şehîd Hisên Xelîl Hadî, Xelef Mihemed Hebîb û Ebdulhemîd Hemûd Ebdul El-Hemîd ku di 12`ê Nîsanê de şehîd bûn, ji aliyê welatiyên herêmê ve hatin girtin û bi kerwaneke ji dehan wesayîtan pêk dihat, ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya li herêma Ebû Xeşeb ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir.

Piştre endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundir Seyf Ebdelleh sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, destnîşan kir ku şehîdan bi xwîna xwe destanên lehengiyê nivîsandin û welat rizgar kirin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Beşar Şemsedîn axivî û banga xwedîdketina li destkeftiyên şehîdan kir.

Di dewama merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasmameya 5 şehîdên QSD‘ê, ku di 8`ê Gulanê de dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibûn şehîd bûbûn eşkere kir.

Navê şehîdan wiha ne: Hesen El-Xelef (Wîsam Hesekê), Cîhad El-Ebûd (Qeyser), Tariq El-Hemed (Şiblî), her wiha endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Hesen û Ebûdê El-Hemadê ku di 19`ê Nîsanê şehîd bûn eşkere kirin.

Nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşim û tilîliyan spartin axê.