Li Silûkê endamekî DAÎŞ’ê hat girtin

Navenda ragihandin û çapemenî ya QSD’ê ragihand ku li herêma Silûkê endamekî metîrsîdar ê DAÎŞ’ê hatiye girtin.

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çeteyekî metirsîdar ê DAÎŞ’ê girtiye. Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Hêzên Sûriyeya Demokaratîk, bi havkariya Hêzên Kooalîsyonê, 13‘ê Gulana 2019‘an li herêma Silûk a Sûriyeyê operasyoneke sergirtinê pêk anî û terorîstê DAÎŞ‘ê Telal Şinêr ‘‘Ebû Hûman‘‘ girt.  Çeteyê bi navê Telal Şinêr, berpirsyarê sûcên kuştinê ye û têkiliyên wî bi mezinên emîrên DAIŞ‘ê re hene. Ev operasyon wê hêza rêxistina DAÎŞ‘ê ya domandina kiryarên terorîst li Silûk û deverên din ên herêma Firatê bi sînor bike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hevkariya hemû pêkhate û rûspiyên civakî wê ewlehiya herêmên xwe û giştî Sûriyeyê biparêzin."