Jinên Rojavayî: Dayikên berxwedêr bi tenê nînin

Jinên ku li Qamişloyê tevlî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî dayikan bûn, diyar kirin ku berxwedan wê bidome.

Endama Tevgera Azad a Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-E) Cazya Husen Havrano, Menîfe Saît Cûma ya ji Tirbespiyê û endama Kongreya-Star a Saziya Malbatên Şehîdan Necah Gulo diyar kirin ku dayikên Kurd bi tenê nînin.

HAVRANO: JINÊN KURD ÊN LI BER XWE DIDIN BI TENÊ NÎNIN

Havrano diyar kir, ew gelekî serbilind e ji ber ku tevlî van çalakiyan bûye û got, "Min silavên jinên li Şengalê û Ewropayê ji we re anî. Ji bo piştgiriyê bidin dayikên aştiyê û hevalên di greva birçîbûnê de ne, em li vir in. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê li ser şopa hevalên xwe yên girtî, gerîlayên xwe û Leyla Guven bin."

Havrano diyar kir, ji Rojava heta Amedê ew bi rêzdarî bejna xwe li ber çalakgerên greva birçîbûnê û Leyla Guven ditewîne û got, "Bi navê Meclîsa Jinên Êzidî dibêjim; em ê heta dawiyê bi wan re bin û silav û hurmetên xwe ji wan re radigihînim. Em heta dawiyê bi berxwedana wan re ne, em ê li ser şopa Rêberê xwe Abdullah Ocalan û şehîdên xwe bin. Bila Erdogan zanibe, dayikên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi tenê nînin."

CÛMA: ME DAÎŞ TÊK BIR, EM Ê DEWLETA TIRK A FAŞÎST JÎ TÊK BIBIN

Cûma jî zilma dewleta Tirk a li dayikan şermezar kir û got, "Di destê wan dayikan de ne çek ne jî tiştekî din ê ku karibe zerarê bide heye, Tevî vê yekê jî êrîşî dayikên me yên temendirêj dikin.

Em piştgiriyê didin dayikên xwe ku li dijî dijmin li ser piyan e, divê gelê me jî xwedî li wan derkeve. Yekane daxwaza wan ew e ku zarokên wan ji zindanan derkevin û dawî li tecrîdkirina Rêberê me bê anîn. Mîna her gelî em jî dixwazin Rêberê me di nava me de be, bi me re be. Bila her kes li dijî vê zilmê derkeve û çi ji dest tê bike. Li Rojava 11 hezar şehîdên me hene, ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo pêkhatina aştiyê, ji bo Leyla Guven û hevalên wê em amade ne 11hezar şehîdên din bidin. Hêzên me YPG û YPJ hîn jî li dijî dewleta Tirk û dijminên mirovahiyê li eniyê şer dikin. Me dawî li DAÎŞ'ê anî, em ê dewleta Tirk a faşîst jî têk bibin."

'EM Ê DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDIN'

Endama Kongreya-Star Necah Gulo jî got, "Mîna her demê em xwedî li hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de derdikevin. Hêzên navneteweyî û dewletên Ewropayê yên li pêşberî vê bêhiqûqiyê bêdeng in, careke din şermezar dikin û dibêjin; bes e ji bêdengiyê re. Em ê timî bi dayikên xwe û zarokên xwe re bin... Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê dest ji berxwedanê bernedin. Em ê li qadan bin. Bila Erdogan zanibe; me çawa ku êrîşên DAÎŞ'ê têk bir, wê dawî li Erdogan jî bê... Dayik wê heta azadiya civakê û Rêberê xwe li ber xwe bidin."