YPG’ê nasnameya 12 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnemaya 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên dem û cihên cuda di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn eşkere kirin.

YPG’ê 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê mehên di Sibat û Adarê de şehîd bûbûn bi daxuyaniyeke nivîskî bi rêzdarî bibîr anî.

YPG’ê ev got: “Şerê Azadiyê ya li Rojava û Bakûrê Sûriyê, bi avakirina lehengiyên mezin, bû dika ku em berxwedanên bê hempa lê raber dikin. Yek ji wan berxwedanên ku di cewher de nivîsandina destanan e, di sala 2018’an de li Efrînê destpê kir. Zarokên fedaî yên gelê me, li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser paşeroja hewldanên avakirina civak û pergala demokratîk li bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi lehengiyên mezin têkoşiyan û destanan nivîsandin. Bi dehan hevrêyên me yên ku di şerê li seranserê Efrînê belav bû de têkoşiyan, him rêçûna şer guherandinû him jî ji paşerojê re mîrateyek berxwedaniyê ya bê hempa hiştin. Di vê çarçoveyê de em nasnameyên 12 hevrêyên xwe yên ku di mehên Sibat û Adarê de li herêmên cuda yên Efrînê di encama şer û êrîşên asîmanî de şehîd ketin, bi raya giştî re parve dikin.

Em di şexsê 12 hevrêyên xwe de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minet bibîr tînin, ji malbata wan û gelê xwe re sersaxiyê dizwazin."

Nasnameyên şehîdên me wiha ne:


Nasnav: Cûma Amed

Nav û Paşnav: Sedat Karaca

Navê Dayikê: Zahîde

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Raco/ Efrîn / 3’ê Adara 2018

***

Nasnav: Dilşad Herekol

Nav û Paşnav: Ferhat Kaya

Navê Dayikê: Naze

Navê Bav: Halit

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kora- Cindirês /Efrîn 10’ê Adara 2018
***

Nasnav: Êrîş Kobanê

Nav û Paşnav: Fadil Yusif

Navê Dayikê: Semîra

Navê Bav: Omer

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Şexurzê – Bilbil/ Efrin  19’ê Adara 2018

***

Nasnav: Lezgîn Cudî

Nav û Paşnav: Hakan Zeyrek

Navê Dayikê: Sarya

Navê Bav: Xelil

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Senarê –Şiyê/Efrîn 26’ê Sibata 2018

***

Nasnav: Mahîr Cûdî

Nav û Paşnav: Nîmet Uca

Navê Dayikê: Husniye

Navê Bav: Selîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Raco/Efrîn  3’yê Adara 2018

***

Nasnav: Nuda Çiya

Nav û Paşnav: Şehrîban Yildiz

Navê Dayikê: Serfina

Navê Bav: Heyrettin

Cih û Dîroka Şehadetê: Raco/Efrîn  3’yê Adara 2018

***

Nasnav: Rênas Barman

Nav û Paşnav: Dijwar Aydogan

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Remezan

Cih û Dîroka Şehadetê: Şiyê/Efrîn 15’ê Adara 2018

***

Nasnav: Sarîna Bêrîtan

Nav û Paşnav: Dêrsîm Seyîd Ehmed

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Îbrahim

Cih û Dîroka Şehadetê: Cindirês/Efrîn 13’ê Adara 2018

***

Nasnav: Sînan Amed

Nav û Paşnav: Osman Çelîk

Navê Dayikê: Fîkriye

Navê Bav: Fariz

Cih û Dîroka Şehadetê: Raco/Efrîn 4’ê Adara 2018

***

Nasnav: Şoreş Ayhan

Nav û Paşnav: Hesen Elî

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Adem

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Burç Heyder –Şêrewa/ Efrîn 15’ê Adara 2018

***

Nasnav: Tekoşîn Cudî

Nav û Paşnav: Ayşe Çapar

Navê Dayikê: Şerîn

Navê Bav: Remezan

Cih û Dîroka Şehadetê: Raco /Efrîn 20’ê Sibata 2018

***

Nasnav: Xwinda Welat

Nav û Paşnav: Rewşan Bekir

Navê Dayikê: Zeynep

Navê Bav: Mehmud

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Derwîş- Raco/Efrîn 19’ê Sibata 2018