Operasyona QSD’ê ya li dijî şaneyên veşartî: 20 çete hatin girtin

QSD’ê ragihand ku di operasyoneke taybet a şervanên wan ên li bajarok Şihêl û gundewarên Dêra Zor ên li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de 20 çete hatin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wan di saetên sibê ya roja 15‘ê Gulana 2019‘an de operasyoneke paqijkirinê dabû destpêkirin. QSD’ê anî ziman ku di operasyonê de bargehên çeteyan ên li bejahiya herêma Şihêl hatin girtin.

QSD‘ê destnîşan kir ku di operasyonê de 20 çete hatin girtin, hinek bargeh û du tunelên ku çeteyan ji bo êrîşkirinê bikar dianîn jî dîtine û dest danîne ser rêjeyek çek û cebilxaneyan.