Şervanên YPG/YPJ’ê: Wê berxwedan tecrîdê bişkîne

Şervanên YPG û YPJ’ê di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedaniya grevên birçîbûnê û berxwedaniya gel ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku wê berxwedan tecrîdê bişkîne.

Şervanên YPG û YPJ’ê di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedaniya grevên birçîbûnê û berxwedaniya gel ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku, Rêber Apo rêberê hemû gelen bindest e. Şervanan bal kişandin ser vî tiştî ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser me hemûyan e û ji bo ku tecrîd bişikê li hemû Kurdistan û cîhanê berxwedanî hene û wê ev berxwedan tecrîdê bişkîne.

‘HEVDÎTINA BI RÊBER APO NAYÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ’

Şervanê YPG’ê Siyabend Kobanê di derbarê tecrîd û berxwedaniyên hemberî tecrîdê de got ku “Di serî de armanca vê tecrîda li ser Rêber Apo qutkirina navbera gel û Rêber Apo ye. Dewleta Tirk dixwaze vê girêdana di navbera gel û Rêber Apo de qut bike. Dewleta Tirk jî baş dizane ku ev krîza ku li Rojhilata Navîn pêk tê, mifteya wê ya çareseriyê di destê Rêber Apo de ye û ji ber vê jî tecrîdê giran dike. Dewleta Tirk ji bo pêşiya vê bigire zagonên xwe jî binpê dike, lê mafekî herî rewa ye ku girtiyek bi parêzerên xwe û malbatên xwe re hevdîtinan bike. Di nav van 8 salan de li hember vê tecrîdê bi her awayî berxwedan tê kirin, berxwedaniya ku bi pêşengtiya dayikeke Kurd Leyla Guven dest pê kir, îro bi tevlêbûna bi hezaran kesan ve berdewam dike.”

Siyabend Kobanê bal kişand li ser hevdîtina dawîn ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got ku “Ev hevdîtinên dawî ku bi Rêber Apo re hatin kirin, ne hevdîtinên fermî bû û ne li gor qanûnê bû. Armanca van hevdîtinan jî şikandina berxwedaniyê bû. Bêguman ji ber ku me ji Rêber Apo agahî girt û ji wî gotinek bihîst, vî tiştî em kêfxweş kir. Lê belê ev hevdîtin nayê wateya şikandina tecrîdê. Tecrîd berdewam dike û heta tecrîd berdewam bike wê berxwedaniya gele Kurdistanê jî berdewam bike. Gelê Kurdistanê bi biryar in ku tecrîdê bişkînin.”

Şervanê YPG’ê Siyabend Kobanê di dawîya axaftina xwe de jî wiha got; “Dewleta Tirk a dagirker êrîşê Rêberê me dike, êrîşê gele Kurdistanê dike û êrîşê axa Kurdistanê dike. Me Efrîn ji bîr nekiriye, em şervanên Kurdistanê deyndarê gele xwe ne û em ê li hember dagikeran li ber xwe bidin, di serî de Efrîn, em ê hemû axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin.”

‘ŞOPÊN RÊBER APO LI HER KOLANÊN ROJAVA HEYE’

Her wiha Şervana YPJ’ê Arîn Kobanê jî di derbarê tecrîd û berxwedaniya gele Kurdistanê nêrînên xwe par ve kir û got ku “Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, tecrîdeke giran e. Ev tecrîd bi salane berdewam dike û gihiştiye asta tehemûlnekirinê. Ji ber vê jî ev berxwedanî pêş dikevin, ji ber ku ev tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser hemû gelê Kurdistanê tê meşandin.”

Arîn Kobanê behsa ked û xebatên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan yên li Sûriyeyê kir û wiha got; ‘Îro tova ku Rêber Apo li Rojava avêtiye mezin bûye, fikir û felsefeya Rêber Apo li hemû Rojava û Suriyeyê belav bûye. Hemû gelên Rojava û Suriyeyê vêya baş dizanin, piraniya gelê me yê Suriyeyê jî Rêber Apo ji nêz ve nas dikin û ew dîtine. Şoreşa Rojava û ya Bakurê Suriyeyê bi fikir û ramanên Rêber Apo pêk hat, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ev şoreş pêk hat. Gel ev şoreş pêk anî. Ji bo vê jî di serî de gelê Rojava û bakurê Suriyeyê vê tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Em şervanên YPJ’ê li hember tecrîdê bêdeng namînin û qebûl jî nakin.”

FIKR Û FELSEFEYA RÊBER APO DAÎŞ JI HOLÊ RAKIR

Di dawî de jî şervanê YPG’ê Tofan Efrîn jî nêrînên xwe wiha par ve kir û got ku “Em şervanên Rojavayê Kurdistanê, tişta ku rê li ber hêza me ya berxwedanê vekir û bû sedem ku em li dijî dagirkeriya DAÎŞ’ê şer bikin, fikr û ramanên Rêber Apo bû. Rêber Apo ne bi tenê Rêberê Partiyê ye, Rêberekî manewî û fikrî û yê hemû gelê Kurdistanê ye. Tecrîda li ser Serok Apo, tecrîda li ser hemû gelê Kurd û gelê bindest e.”

EM BERXWEDANA ÇALAKGERAN SILAV DIKIN

Şervanê YPG’ê Tofan Efrîn di dawiya axaftina xwe de berxwedaniya berxwedêran silav kir û gotinên xwe xwe wiha bi dawî kir; “Îro berxwedaniya ku di pêşengtiya Leyla Guven de dest pê kiriye, lê her dera cihanê didome. Li zindanan û derve çalakî hene, ev çalakî veguherîne rojiya mirinê. Îro dayikên Kurdistanê jî her roj li qadan xwedî li van berxwedanan derdikevin. Dewleta dagirker a Tirkiyeyê jî ji van dayikan ditirse. Ji ber ku dîtine ku ev berxwedanan wê dawîya wan bîne bi hovane êrîşî dayikan dikin. Ev berxwedaniyên ku tê kirin, pir pîroz in û em wan berxwedanan silav dikin. Ji bo wê em şervanên YPG’ê vê tecrîdê qebûl nakin û têkoşîna xwe jî bi gelê xwe yê Kurdistanê re berdewam dikin.