Li Mareyê 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku hêzên wan li Mareyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û 3 çeteyên Cebhe El Şamiye kuştine.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku hêzên wan li Mareyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û 3 çeteyên Cebhe El Şamiye kuştine.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kirin ku di 10’ê Gulanê de hêzên wan li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan didome.
Di 10’ê Gulanê de yekîneyeke me girtiye ser bendeke komeke çeteyan a bi navê Cephe El Şamiye ya li gundê Seyyîd Elî yê Mareyê. Di vê çalakiyê de 3 terorîst hatine kuştin û 2 terorîst jî birîndar bûne.”