Cenazeyê Şehîd Îbo hate veşartin

Cenazeyê Şehîd Îbo Kobanê (Îbrahîm Elo) li Şehîdgeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Dirbêsiyê bi merasîmekê hate veşartin.

Karwanê merasîma şehîd ji nexweşxaneya navçeya Serêkaniyê ber bi Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî ya li navçeya Dirbêsiyê ve bi rê ket.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Mihemed Xetîb axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest, her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê YPG û YPJ`ê jî, yek ji fermandarên YPG’ê Mihyedîn Girkê Legê axivî û got: "Şehîd Îbo ji sala 2011`an de beşdarî refên parastinê bûbû, her wiha beşdarî damezirandina hêzên parastinê jî bûbû. Di heman demê de şehîd Îbo beşdarî hemû pêngavên leşkerî bû; ji Til Koçerê bigire heta Dêra Zorê, bi vîna parastina gel û rûmeta xwe dikir û moral dida me.Di dawiyê de jî canê xwe di oxira aştiya gel da."

Mihyedîn di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîd Îbo da û got: "Em Hêzên Parastina Gel û Hêzên Parastina Jinê îro li pêşiya cenazeyê şehîd Îbo soza xwe, heta pêkanîna armancên şehîd nû dikin."

Diya şehîd Îbo Kobanê jî axivî û wiha got: "Em ti carî berdêlên ku şehîdên me dane, ji bîr nakin. Her dem êm ê soza xwe nû bikin. Em wek malbata şehîd Îbo soza şopandina rêya şehîd heta nefesa dawîn didin."

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê Şehîd Îbo bi dirûşman hate veşartin.