Defne Bayrak a DAÎŞ'î: Dixwazim hin pirsan li Tirkiyeyê bikim

Propagandakara Tirk a DAÎŞ'î Defne Bayrak ku navê wê di belgeyên krîpto yên CIA de derbas dibe, di destê QSD'ê de ye. Bayrak a tevlî DAÎŞ'ê bû, diyar dike ku hin pirsên wê hene ku dixwaze ji Tirkiyeyê bipirse.

Rojnamevana Tirk a ku sala 2015'an tevlî DAÎŞ'ê bû Defne Bayrak ku di nivîsên krîpto yên sala 2010'an ên navbera CIA û Sefaretxaneya Bilind a DYE ya Enqereyê de navê wê derbas dibû, di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye.

Defne Bayrak piştî ku li Tirkiyeyê li saziyên çapemeniyê Hurriyet, Vakît, TimeTurk, ÎnkaNews, Kuresel Haber de xebitî, li organên weşanê yên DAÎŞ'ê dest bi kar kir û sala 2015'an bi parvekirina xwe ya li ser Twitterê diyar kir ku tevî du keçên xwe tevlî DAÎŞ'ê bûye.

Bayrak bi welatiyê Urdunê Halîl Ebû Mûlal El Belavî yê ku li Zanîngeha Stenbolê beşa Tipê dixwend zewicî û piştî ku 7 salan li Urdunê ma, hevserê wê 30'ê Kanûna 2009'an li Efganistanê li dijî baregeha DYE'yê êrîşa xwekujî kir û ew jî piştre li Tirkiyeyê bi cih bû.

Bayrak Nîsana 2015'an tevî du keçên xwe di ser Dîlokê re derbasî Sûriyeyê bû, tevlî DAÎŞ'ê bû û li organên çapemeniyê yên rêxistinê xebitî.

DI NIVÎSÊN KRÎPTO YÊN DYE'YÊ DE NAVÊ WÊ DERBAS DIBE

Nûnerê DYE'yê yê li Sefaretxaneya Bilind a Enqereyê Dougles Silliman, 13'ê Çileya 2010'an ji Wezareta Karên Derve ya DYE, CIA û FBI re nivîsek krîpto şand ku di wê nivîsê de navê Defne Bayrak jî hebû.

Di nivîsê de ji bo Defne Bayrak wiha dihate gotin: "Ev şexs ji ber ku dikare li ser hewakariya sivîl a DYE ya jî ya derveyî welat metirsîdar be, em pêşniyar dikin ku Îdareya Ewlekariya Ragihandinê ya Emerîkayê wê bixe çarçoveya Dîrektîfa Ewlekariyê ya Qedexeya Firînê."

DEFNE BAYRAK QALA SERPÊKHATIYA XWE YA LI NAVA DAÎŞ'Ê DIKE

Defne Bayrak ku niha di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de dîlgirtî ye, qala serpêhatiya xwe dike:

"Bi rastî jî ez pê qanih bûm ku dewleteke Îslamê ava bûye û tevî du keçên xwe min biryar da koçî xaka Îslamê bikim. Ji xwe berê jî têkiliya min hebû, di dema karê xwe yê li saziyên çapemeniyê ye.

Piştî ku min biryara tevlîbûnê da, hatim Dîlokê. Li wir hatim destgîrkirin, lê piştî demeke kurt hatim berdan. Heman şevê derbasî xaka DAÎŞ'ê bûm.

Li Tebqa û Meyadînê li makarayan (Deverên ku kesên nû tevlî DAÎŞ'ê bûne tên bicihkirin) bi cih bûm. Min xwest zarokên xwe li dibistanê qeyd bikim, lê belê ji ber ku ne zewicî bûm min nekarî wê bikim. Li ser vê yekê bi rêya xwişkên li makarayê ez bi yekî Misrî re zewicîm.

ZEWACA DUYEMÎN A LI NAVA DAÎŞ'Ê

Jinan pêşniyar kirin, bi wî rengî min qebûl kir. Lê ne ew kes bû ku li bendê bûm. Yê Misrî timî şîdet dikir, hem li min hem jî li zarokên min dixist, em tehdît dikir. Dema ku me xwest birevin, ji Walî re got û bi kuştinê gef li me xwar.

Salek û 3 mehan pê re zewicî mam. Bi zor û zehmetî jî be ji cihê bûm. Dema ku bi min re zewicî, ne zewicî bû. Lê belê piştî ku em zewicîn got, ku 'zarok ji min re çênabe' û bi keçeke 16 salî ya Sûriyeyê re zewicî.

Piştî ku cihê bûm ji Meyadînê çûm Tebqayê. Me li wir gelekî zehmetî dît. Keçên min perîşan bûn. Xewn û xeyalên min li wir têk çû. Yên ku ji xwe re digotin 'dewlet' e û em vexwend, ji bilî zewicandinê tiştek ji jinê re nedihiştin.

XWEST LI SER DAÎŞ'Ê PIRTÛKÊ BINIVÎSÎNE

Piştî ku cihê bûm, demekê min karê wergerê yê DAÎŞ'ê kir. Min xwest li ser jiyana wan, sîstema wan a aboriyê û dewleta Îslamî pirtûkekê binivîsînim, lê kesî guhdarî nekir.

Li nava DAÎŞ'ê dema jinek ne zewicî bû, nikarîbû bi tena serê xwe tiştekî bike. Firsenda vê yekê nedidan. Lewma min biryar da ku bizewicim. Bi Kurdekî ji Kîlîsê re zewicîm. Navê wî Abdulla bû, du slaan pê re zewicî mam û dema ducanî bûm cihê bûm.

Piştre min biryar da bi zarokên xwe birevim Tirkiyueyê. Em ji Reqayê bi rê ket. Lê belê dema ku ji Çemê Firatê derbas bûn, YPG'ê em zevt kir. Du mehan li girtîgehê mam, piştre em derbasî kampê bûn bi zarokên xwe re. Min zaroka xwe ya ji hevserê xwe yê ji Kîlîsê li Hesekê anî dinyayê.

TIRKIYEYÊ XIYANET KIR

Defne Bayrak anî ziman ku li Tirkiyeyê haya dewletê jê hebû ku têkiliya wê bi DAÎŞ'ê re heye, li Dîlokê jî tevî ku zanîbûn wê derbasî Sûriyeyê bibe ew hate berdan, ti carî nehate hişyarkirin û diyar kir, Tiriyeyê 'xiyanet' lê kiriye.

Defne Bayrak got, "Ya ku destpêkê xewn û xeyalên min têk bir DAÎŞ bû, ya duyemîn jî Tirkiye. Her kes Îslamê bi kar tîne. Ji çar aliyên dinyayê dema ku mirov ji Efrîka, Ewropa, Asyayê tên û di ser Tirkiyeyê re tevlî DAÎŞ'ê dibin, derî li wan vekirî bû, lê belê piştî ku kar tevlîhev bû, derî hatin girtin."

'JI BO RÛBIRÛBÛNÊ DIXWAZIM LI TIRKIYEYÊ BÊM DARIZANDIN'

Defne Bayrak got, "Em hatin bikaranîn" û diyar kir ku ji bo "rûbirûbûna bi mûxatabên xwe re" dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin.

Defne Bayrak dibêje, "Qebûl nakim ku di vê bûyerê de tenê em sûcdar in. Dixwazim bi mûxatabên vî karî re rûbirû bibim. Eger dixwazin min darizînin divê ew jî bersivê bidin pirsên min."

'PIRS HENE KU DIXWAZIM BIPIRSIM'

Defne Bayrak diyar dike ku pirsên wê hene ku dixwaze bipirse û dibêje, "Kes nikare bi zilmê li ser piyan bimîne. Hûn DAÎŞ'ê dibînin. Bi zilma xwe têk çû. Eger li Tirkiyeyê jî dixwazin bi zilmê bimeşin, bila li benda dawiya xwe rawestin."