Mayîneke ya çeteyan li Girê Spî teqiya
Li Girê Spî mayîneke berê ya çeteyên DAÎŞ’ê hatibû çandin, teqiya. Di teqînê de kesek şehîd bû, 4 kes jî birîndar.
Li Girê Spî mayîneke berê ya çeteyên DAÎŞ’ê hatibû çandin, teqiya. Di teqînê de kesek şehîd bû, 4 kes jî birîndar.
Mayîn di saet 16:15’an de li rojhilatê bajar pêk hat. Di teqînê de kesek şehîd bû, 4 kes jî birîndar bû.
Tîmên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hate ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran e.