Ulaş Bayraktaroglu li Rojava hat bibîranîn

Şoreşgerê enternasyonalîst Ulaş Bayraktaroglu yê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûyû bi merasîmekê hat bibîranîn.

Şoreşgerê enternasyonalîst Ulaş Bayraktaroglu yê 9’ê Gulana 2017’an li Reqayê di şerê li djî DAÎŞ’ê de şehîd bûyî, li Rojava li Alaya Mehmet Kurnaz bi merasîmekê hate bibîranîn. DKP/Birlik, MKP, TKEP/L,THKP-C/MLSPB, TKP-ML,Têkoşîna Anarşîst û Alaya Mehmet Kurnaz tevlî merasîmê bûn.

Piştî merasîmê li ser navê DKP/Birlik, MKP, TKEP/L û YPG’ê axaftin hatin kirin.

Di daxuyaniya li ser navê DKP/Birlikê hatî kirin de, kesayetî û têkoşîna Mahîr Çayan hate bibîrxistin, rola wan a pêşentgiyê, mîrateya wan a şoreşgerî û giyana wan a fedaî hat vegotin.

DKP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku faşîzm bi şehîdxistina şoreşgeran dibêje qey wê têkoşîna wan biqedîne lê belê ev têkoşîn her ku diçe ji hêla peyderên wan ve tê bilindkirin û wiha hat gotin, “Lewma şoreşgerên mîna Aziz, Gokhan, Orhan Yilmazkaya, Nubar Ozanyan, Baran Serhat, Atakan Mahîr, Yîlmaz Kes, Taylan Demîrcîoglu, Ramazan Guleken, dîsa weke hevrê Mehmet gotî ‘xwe ji dilopek êşa xwe afirandin’ bila dijmin bêje qediyane. Bila faşizm bêje têk çûne. Em ê ji ciha ku wan gotî qediyayî destpê bikin. Ji nû ve rabûna ser piyan deynê stûyê me ye; serkeftin, soza me ya ji hevrê Mehmet û hemû nemirên me re sozê me dayî ye!”